Artêşa Pasdaran a Îranê: Em ê bi tundî bersiva gefên DYA’yê bidin

Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê Hisên Selamî got heke keştiyên Îranê yên leşkerî yan jî sivîl gefan bixwin, ew ê keştiyên şer ên DYA’yê birûxînin û diyar kir ku wî ferman ji hêzên li deryaya Kendavê re şandiye ku ew ê keştiyên şer ên DYA’yê yên ku gefan li ewlehiya Îranê û keştiyên wê bixwin, bikin armanc.

Artêşa Pasdaran a Îranê: Em ê bi tundî bersiva gefên DYA’yê bidin
23 nîsan, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî keştiyên Îranê li deryaya Kendavê keştiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xist, serokê DYA’yê Donald Trump bi twittekê ragihand ku wî ferman daye hêzên deryayî yên DYA’yê ku heke keştiyên Îranê keştiyên wan tacîz bikin, keştiyên Îranê birûxînin.

Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê Hisên Selamî bersiv da Trump û got Tehran dê bersiva gefên li dijî deryaya Kendavê bi tundî bide. Her wiha da zanîn ku ew ê parastina ewlehiya sînorên xwe yên deryayî û neteweyî û hêzên xwe yên li Kendavê bikin.

Hisên Selamî got: "DYA’yê berî niha reftarê me şopandiye û divê îtîbarekê bide vê yekê, me ferman daye hêzên xwe yên li deryaya Kendavê ku heke gefan li ewlehiya keştiyên me bixwin, yekser keştiyên şer ên hêzên artêşa DYA’yê bikin armanc.” Selamî têkildarî rûdanên hefteya borî li deryaya Kendavê qewimîn, anî ziman ku ji ber yekîneyên leşkerî yên DYA’yê yên li Kendavê bê disîplîn bûn, ew gendelî derket holê.

Hisên Selamî îdia kir ku hêzên DYA’yê keştiyên Artêşa Pasdaran a Îranê yên li deryaya Kendavê bi awayekî xeternak kirin armanc û bal kişand ser ku ewlehiya herêma Kendavê beşeke stratejîk a Îranê ye û bi vê yekê parastina berjewendiyên xwe yên li deryayê dikin.

(eh)