Li herêma Cizîrê dezenfektekirin didome

Şaredariya Gel a Til Hemîsê îro kolanên navçeyê, navendên ewlehiyê û saziyên Rêveberiya Xweser dezenfekte kirin da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigire.

Li herêma Cizîrê dezenfektekirin didome
23 nîsan, 2020   12:31
QAMIŞLO

Şaredariyên gel ê herêma Cizîrê bi hevkariya Şaneya Aloziyê hemleyên paqijkirin û dezenfektekirina bajar û navçeyan didomîne da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) bigire.

Şaredariya navçeya Til Hemîsê îro saziyên sivîl, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û kolanên navçeyê dezenfekte kirin. Ev cara duyemîn e ku hemleya dezenfektekirinê li navçeyê tê kirin.

Şênî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn alîkariya tîmên dezenfektekirinê kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdulrehman El-Hadî diyar kir ku ew navend, sazî û kolanên navçeyê û bajarokên girêdayî wê dezenfekte dikin û destnîşan kir ku dezenfektekirin dê dewam bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d-APihvRlQU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>