Li Tirkiyê bi hezaran girtî hatin berdan lê girtiyên siyasî di hundir de ne

Bi armanca pêşîlêgitina belavbûna vîrusa korona ya nû (Covid-19) li nava girtîgehên dewleta Tirk, bi deh hezaran girtiyên edlî hatin berdan, lê belê girtiyên siyasî nehatin berdan ku di nav de gelek girtiyên nexweş jî hene.

Li Tirkiyê bi hezaran girtî hatin berdan lê girtiyên siyasî di hundir de ne
23 nîsan, 2020   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî serbestberdana girtiyan hefteya derbasbûyî parlamantoya Tirkiyê biryara serbestberdana bi deh hezaran girtiyan da lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Di vê derbarê de parêzer û komên hiqûqnas dibêjin ku dozgerên Tirk ji bo kesên li dijî dewletê bigirin, tawana ku “terorîst in” bi kar anî, îsbata vê yekê jî girtina rojnamevan, siyastmedar, çalakgerên sivîl û kesên muxalîf e. Gerînendeya rêxistina Human Rights Watch (HRW) a li Tirkiyê Emma Sinclair-Webb got girtiyên din, kesên girtî ku li benda cezayên xwe ne yan jî hikum li wan hatiye birîn jî di xetereyê de ne û tu îsbatên ku wan kesan kiryarên tund kirine, yan jî alîkarî dane komên çekdar, tune ne.

Ji nava van girtiyan Osman Kavala (63) bi hinceta ku çalakger tehrîk kirine, hatiye girtin, her wiha Ahmet Altan (70) ku bi tawana alîkariya rêxistina terorîst dike, hatiye girtin, Selahattîn Demîrtaş û gelek parêzer û mafnas girtî ne.

Vîrus li Tirkiyê di nava girtiyan de jî belav bû. Li gorî wezîrê dadê yê Tirkiyê ku zêdetirî 80 girtî bi Koronavîrusê ketine û 3 kes pê mirine. Her wiha 69 xebatkarên girtîgehan jî bi vîrusê ketine.

Li tevahî herêmê hikumetan girtiyên li gel xwe berdan da ku Koronavîrus di cihên girtî de û rewşên nebaş de yên girtîgehên Rojhilata Navîn de, belav nebe. Li Îranê zêdetirî 85 hezar kes di meha derbasbûyî de hatin berdan û di nav de girtiyên siyasî jî hebûn.

Di sala 2016`an de di dema derbeya binkeftî de hejmara girtiyan li Tirkiyê zêde bû. Hikumetê bi hezeran ji alîgirên Fethullah Gulen girtin. Li gorî rêxistina Expression Interrupted ku heta niha herî kêm 101 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Komên mafên mirovan bang kir ku nêzî 300 hezar kes di girtîgehên Tirkiyê de serbest werin berdan. Her wiha got divê zêdetir girtî di zûtirîn demê de serbest werin berdan.

(eh-bx)