Meclisa Sivîl a Reqayê: Civaka navneteweyî ji girtina şêx Înêzan berpirs e

Meclisa Sivîl a Reqayê civaka navneteweyî wek berpirsa girtina Şêx Înêzan El-Şêx Ehmed ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hate girtin, ragihand. Meclisê bang li aliyên peywendîdar kir ku hedekî ji binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker re deynin û hêzên dagirker ji xaka Sûriyê derxin.

Meclisa Sivîl a Reqayê: Civaka navneteweyî ji girtina şêx Înêzan berpirs e
23 nîsan, 2020   12:27
REQA

Duh çeteyên artêşa Tirk şêx Înêzan El-Şêx Ehmed ji mala wî ya li Girê Spî girt. Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê kiryarên çeteyan û girtina şêx Înêzan şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên Tirkiyê yên ku Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê yên xaka Sûriyê dagir kirine, hîn jî binpêkirinan didomînin, tu kes ji rêzebinpêkirinên çeteyan nafilite. Çeteyanbi awayekî dermirovî, derexlaqî, terorîstane û bêyî heq binpêkirinan pêk tînin.

Çeteyan duh (22.04.2020) şêx Înêzan ji mala wî ya li gundekî Girê Spî girt. Şêx Înêzan bi kesayeta xwe ya welatparêzî tê naskirin, her wiha bi têkiliyên xwe yên civakî û hevgirtina bi Sûriyê re tê naskirin.

Em jî wek Meclisa Sivîl a Reqayê kiryarên hovane şermezar dikin û dadgehên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, NY`yê  berpirsa kiryarên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û Sûriyê bi giştî radigihînin. Ma heta kengî ew ê fîlmê azarê berdewam bike?

Em bang li hemû aliyên navneteweyî dikin ku sînorekî ji van binpêkirinan re deynin û hêzên dagirker ji xaka Sûriyê derxin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L9MHe0jcnCo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>