Kongreya Star pakêtên xwarinê li malbatan belav kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve derbasî hefteya pêncan bû û di çarçoveya alîkariyên civakî de Kongreya Star pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar ên li Kobanê belav kirin.

Kongreya Star pakêtên xwarinê li malbatan belav kirin
23 nîsan, 2020   11:20
KOBANÊ

Desteya Kar û Barên Civakî ji 21 Nîsanê ve hezar û 700 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar ên navçe û bajarê kantona Kobanê belav  kirine.

Bi rasthatina meha duyemîn a qedexeya derketina derve ku Rêveberiya Xweser bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê daye ferzkirin, endamên Kongreya Star pakêtên xwarinê li 35 malbatan belav kirin.

(eh)

ANHA