Rojnamevanên Kurdistanî: Tu pirsgirêk nîn in ku hêzên Kurdan nekarin bi diyalogê çareserbikin

272 rojnamevanên Kurdistanî der barê bûyerên li herêma Zînî Wertê de daxuyaniyeke hevpar da û destnîşan kir ku tu pirsgirêk tune ne ku hêzên siyasî ya Kurdan nekarin bi rêya diyalogê çareser bikin.

Rojnamevanên Kurdistanî: Tu pirsgirêk nîn in ku hêzên Kurdan nekarin bi diyalogê çareserbikin
23 nîsan, 2020   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

272 rojnamevanên Kurd têkildarî aloziya li Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya rojnamevanan wiha ye:

"Tengezariya li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê rû da, her gavê dibe ku veguhere şerekî nû yê navbera hêzên Kurdan.

Di hemû şerên birakujiyê de Kurd her tim xisirîne û neyarên Kurdan ji vî şerî sûd wergirtine.

Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve çav ber daye destketiyên Kurdan hemûyan. Ji bo ku desketiyên 4 beşên Kurdistanê ji holê rake çi ji destê wê hatiye kiriye.

Operasyonên dagirkeriyê yên li Rojava; helwesta wê ya dijminane ya li hember Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê; li Bakûrê Kurdistanê jî şewitandina însanan bi rengekî zindî li jêrzemînan û operasyon û girtinên ku heya niha jî didomin, çend ji mînakên li ber çavan e.

Dewleta Tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û sîxûrî li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û hewldanên xwe yên ku ji bo di navbera Kurdan de şerekî bide destpêkirin didomîne.

Eger hêzên Kurd barê dewleta Tirk û dewletên din ên kolonyalîst siviktir bikin, divê were zanîn ku wê Kurd hemû di binê vî barî de bimînin.

Divê demildest ev aloziya ku emnahî û destketiyên 4 beşên Kurdistanê dixe bin xetereyê, ji holê rabe.

Divê hemû alî di pêngava pêşî de hêzên xwe yên leşkerî ji Zînî Wertê paşve bikşînin.

Piştre divê hevdîtînên rûberû destpê bikin; pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Tê zanîn ku destkeftiyên hêzên siyasî yên gelê Kurd ên herêmî hin caran wan neçar dihêlin bi dewletên kolonyalîst re jî bikevin nava diyalogê. Li gelê vê yekê jî, divê ev diyalog ne li dijî hêzên siyasî  yên beşekî din û destketiyên wan û gelê Kurd bin.

Ji bo ku di siberojê de nakokiyên bi heman rengî careke din rû nedin û pirsgirêk bi awayekî mayînde werin çareserkirin, divê hemû hêzên siyasî xebatên kongreya neteweyî ji nû ve bidin destpêkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku çi pirsgirêk tune ye ku hêzên siyasî ya Kurdan nikaribin bi rêya diyalogê çareser bikin.

Em wek rojnamevanên Kurdistanî ku şanenavê me di bin vê beyanê de heye, bang li hêzên siyasî yên Kurdan hemûyan dikin da ku bi berpirsiyarî tevbigerin, nakokiyan demildest ji holê rakin û ji bo çareseriya mayînde diyalogê pêk bînin.”

ROJNAMEVANÊN KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRIYE

Abid Kar, Abidin Çetin, Ahîn Mustefa, Ahmed Kerkuk, Ahmet Himo, Ahmet Kahraman, Ahmet Semir, Alan Maîş, Ali Dagli, Ali Gûler, Ali Ozşerik, Alican Kaya, Amanc Wertê, Amara Bawer, Amed Dicle, Areş Mîrzayî, Armanc Herekol, Aryen Botan, Arzu Demir, Aslan Aslan, Avaşîn Hêlîn, Avêsta Cizîr, Ayhan Tayfur, Azad Sefo, Azime Inan, Bariş Boyraz, Bariş Çirpan, Basil Reşîd, Başur Engizek, Bayram Balci, Bêmal Xwedîwar, Berçem Cûdî, Berhem Letîf, Berîtan Zagros, Bêrîvan Eminoglu, Bêxal Qadir, Binevş Sarya, Biryar Mihemed, Botan Germiyanî, Botan Koçer, Bunyad Cizîrî, Burhan Ekinci, Buşra Elî, Cafer Cefo, Cafer Tar, Cahit Mervan, Can Kasapoglu, Cemal Turan, Cemîl Murad, Cemo Dogan, Ceren Ceylan, Ciwana Cuma, Cîhan Bilgin, Cîhan Ozgur, Civîn Ebas, Coza Ibrahîm, Cuma Mihemed, Çekdar Jîndar, Daban Şîwanî, Dana Umer, Delal Cemîl, Delal Remedan, Delîl Zîlan, Demhat Bîlikî, Deniz Devrem, Devrem Arslan, Dicle Demhat, Dicle Ehmed, Dicle Îto, Dilşad Cûdî, Dilşad Xoşnav, Dilcan Bozî, Dogan Çetîn, Ebru Aydin, Ekîn Baysal, Ekrem Berekat, Erdal Er, Erdal Temurlenk, Ergûn Ozdemir, Ersîn Çaksu, Evîn Hesen, Evîn Osê, Eyûb Gerdî, Ezra Sedûn, Farûk Sakik, Fayiq Umer, Fehîm Işik, Ferda Çetin, Ferhad Cîhanbegî, Ferheng Halabçeyi, Feride Hemko, Feride Zade, Ferman Mihemed, Feryad Goyî, Fewaz Mihemed, Fîdan Ebdulah, Fîras Ibrahim, Fuad Kav, Fûsun Erdogan, Gulan Akrawî, Gulîstan Çiya Îke, Gulîstan Tara, Gûler Yildiz, Gûnay Aslan, Halîl Baysoy, Xalid Ermîş, Hamdî Akyol, Hawar Star, Haydar Işik, Hayri Kiziler, Hejar Seyit, Hêlîn Cûdî, Hêlin Uzel,  Hemrîn Omer, Henan Mihemed, Henar Ibrahîm, Hindirîn Hewramî, Herêm Qadir, Hêriş Celal, Hesen Hesan, Hesen Remo, Hesen Zaza, Hesna Mihemed, Heval Arslan, Hêvî Xelef, Hewre Ferîdon, Hewrê Kirêkar, Hîşam Arafat, Hiyam Abdullah, Hozan Zubêr, Huseyin Dag, Huseyin Narli, Ibrahîm Gumûş, Idrîs Kara, Ilhamî Erdogan, Îlon Andok, Îman Hesen, Înan Gezer, Inan Ozel, Îsa Şêxo, Îsam Abdullah, Ismet Akurt, Izzet Akcîn, Jiyan Ehmed, Jiyan Pîran, Kamuran Sedûn, Karwan Hawramî, Karwan Salan, Kazim Temûrlenk, Kelsûma Elî, Kemal Necim, Kenan Azizoglu, Kendal Cûdî, Kendal Midyad, Leyla Çelîk, Lîlav Hesen, Lînda El-Şêx, Mahir Uzmez, Mazlûm Sîdar, Mediya Kenan, Mediya Henan, Mediya Melek, Mediya Silêman, Mehemed Hesen, Mehmet Ekincî, Memet Drews, Meral Kuçûk, Mêrxas Efrîn, Mesure Mehmud, Meysa Kelhor, Meysa Mihemed, Mizgîn Hemo, Mizgîn Gorsê, Mûcahid Avras, Nasyar Mistefa, Nazim Daştan, Necmedîn Salaz, Nejbîr Osman, Nîhad Osman, Nîhat Kaya, Nîhat Pusat, Nîzar Buldan, Nûr Mihemed, Nurdogan Aydogan, Omer Hojebrî, Orivan Evdo, Omer Tur, Perwîn Lêgerîn, Peyam Hûseynî, Qedrî Esen, Ramazan Olçen, Rêbaz Hesen, Rebîa Îto, Rênas Remo, Rewşen Qasim, Rîza Menuçêhrî, Rodî Tehlo, Rohilat Henîfî, Rojbîn Ekîn, Rojda Seyidxan Ehmed, Ronahî Reşîd, Ronî Hemo, Ronîda Hecî, Raperîn Bekir, Samiya Kurdî, Sara Şêx Hesen, Sebîha Suleyman, Selah Xidir, Selahedîn Soro, Selman Aslan, Selwa Ebdurrehman, Semîra Şahabî, Serbest Tallî, Serhed Dersim, Seyit Evran, Sîmav Xelîl, Sînem Adalî, Sîpan Silo, Siyabend Elî, Silava Ebdurehman, Solîn Mawa, Solîn Reşîd, Solîn Serhan, Soma Ferhad Cewad, Soran Hisên, Soran Mehemed, Sorgul Şêxo, Sozda Oremar, Sozdar Weqas, Stîrk Gulo, Suna Tunç, Şalaw Hesen, Şayca Kelhor, Şengul Ogur, Şêrîn Alî, Şêrîn Mihyedîn, Şervan Nêrgiz, Şervîn Mustefa, Şîlan Pelşîn, Şinê Fayiq, Şiyar Kara, Şiyar Munzur, Şukru Yildiz, Tahir Mehemed, Terze Taha, Tolîn Hesen, Usama Mihemed, Ulkem Zeremya, Varoj Ahmed, Veysel Işik, Weysî Tallî, Xandî Elo, Xebatkar Raperîn, Xelîl Mustefa, Xeyrî Çelîk, Xezne Celal, Xezne Şêx Nebî, Xurbet Tallî, Yehiya Kerîm, Yesmîn Kenan, Yusif Serhad Bucak, Zana El-Elî, Zana Seydî, Zeyneb Abdullah, Zeyneb Bereket, Zîlan Dersim, Zîlan Hesen, Zîlan Mihemed, Zosik Balek, Zozan Remedan û Zubêr Biradostî.