Li Til Hemîsê beşa duyemîn ji alîkariyan hate belavkirin

Komîteya awarte ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di qonaxa sêyemîn a qedexeya çûn û hatinê de ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, parên xwarinê belav kir.

Li Til Hemîsê beşa duyemîn ji alîkariyan hate belavkirin
23 nîsan, 2020   10:43
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23`ê Adara derbasbûyî de qedexeya çûn û hatinê ku ji aliyê Şaneya Aloziyê hatiye ferzkirin, derbasî qonaxa sêyemîn bû.

Şênî bi Şaneya Aloziyê re bûn alîkar û qedexeya çûn û hatinê pêk anî. Rêveberiya Xweser jî alîkariya kesên ji ber qedexeyê zirar gihaşt karê wan, her wiha kesên debara xwe bi karê rojane dikin, madeyên xwarinê li malbatên hewcedar belav dike.

Di qonaxa sêyemîn a qedexeyê de komîteya awarete ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo beşa duyemîn a alîkariyên xwarinê li malbatên hewcedar ên li navçeyê û gundewarên wê belav kir.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Hemîsê Heyal Xiwêr anî ziman ku em di qonaxa sêyemîn a qedexeya çûn û hatinê de ne û li gorî Şaneya Aloziyê dê qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulanê berdewam bike.

Heyal Xiwêr diyar kir ku di vê qonaxê de divê gel were hişyarkirin, ji ber Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku Koronavîrus a nû li Sûriyê derketiye û ev tekez dike ku xeterî derbas nebûye. Heyal Xiwêr di berdewama gotina xwe de wiha pêde çû:"Destpêkê hin şêniyan qedexe binpê dikir, ji ber ku em li gund dijîn û fêr nebûne ku li malên xwe rûnên. Her wiha em sewalan xwedî dikin û li herêmê çandinî tê kirin. Ji ber vê yekê me zehmetî dikişand. Di vir de diviyabû ku bi rêya komînan gel bihata hişyarkirin û xetereya Koronavîrus baş bizanibin. Li gel vê yekê tedbîrên pêwîst ên wekî lixwekirina lepik û maskan were girtin û destê hev negirin û kom nebin."

Heyal Xiwêr destnîşan kir ku di qonaxa sêyemîn a qedexeya çûn û hatinê de wan madeyên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin û ev yek  dê di dema qedexeya çûn û hatinê de dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uxgzX-3Xg-Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>