Di hewldana êrişa li Minbicê de çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyekî DAIŞ’ê ku ji herêmên bi destê dewleta Tirk hatine dagirkirin, bi hedefa pêkanîna êrişeke terorî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye, hatiye kuştin.

Di hewldana êrişa li Minbicê de çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin
3 nîsan, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê wiha ragihand: "Yekîneya Antîterorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî çeteyekî DAIŞ’ê li Minbicê pêk anî. Çeteyê DAIŞ’ê ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker derbasî wir bû da ku êrişeke terorî di hundirê bajarê Minbicê de pêk bîne. Her wiha di serdegirtina malê de çete hewl da bireve û di encama operasyona serdegirtinê de çete hat kuştin.”

Meclis Leşkerî ya Minbicê bi bîr xist ku çetey ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ku cihê lê serçeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst Ebû Bekir El-Bexdadî xwe veşartibû û cîgirê wî Ebû Hesen El-Muhacir ku di êrişa Koalîsyona Navneteweyî de hatine kuştin, hat. Li gel çete debançe û rexteke bombebarkirî hebû ku xwe di bajêr de biteqîne. Her wiha hat piştrastkirin ku çete ne ji Sûriyê ye.

Her wiha Meclis Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku Yekîneyên Antîterorê hemû kesên dixwazin derbasî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û tevliheviyan çêkin û êrişên terorî pêk bînin, dişopîne.

(fr)