Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê, ji bo di navbera 6-10'ê Nîsanê de hevdîtineke lezgîn bê kirin serlêdan kirin.

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
3 nîsan, 2020   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal tevî malbatên girtiyan ji bo karibin di navbera 6-10'ê Nîsanê de di nava şert û mercên guncav de hevdîtinê pêk bînin û karibin bi telefonê biaxivin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Hate xwestin, ku eger hevdîtin pêk kirin, ji ber şewba Covid-19 divê di nava tedbîran de pêk bê.

Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê bersivekê nikarin werbigirin.

Ji girtiyên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Hate xwes