Di çalakiyên HPG'ê yên li Serhedê de 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li herêma Serhedê li artêşa Tirk xist. Li navçeya Başan a Îdirê û navçeya Bazîd a Agiriyê di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Di çalakiyên HPG'ê yên li Serhedê de 6 leşker hatin kuştin
3 nîsan, 2020   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yê li herêmên Serhed û Xakurkê de agahî dan.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

1'ê Nîsanê saet di 07:00’an de hêzên me li dijî girê ewlekariyê yê li ber qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ji 4 baskan ve li leşkerên li ser gir hate xistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakirin.

2'yê Nîsanê saet di 10:00’an de hêzên me li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî leşkerên li qereqola Vedat Ozkaya hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriyan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 2'yê Nîsanê saet di 08:45'an de li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li artêşa TC a dagirker xist. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehate tespîtkirin."