Tîma restorakirinê dest bi sererastkirina xeta avê kir

Werşeya restorekirinê ya girêdayî Şaredariya Gel a Til Temirê dest bi sererastkirina xetên kişandina avê yên ku duh dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hedef girtibûn, kir. Her wiha bi hedefgirtina wan a xetên avê, av li ser kantona Hesekê bi tevahî qut bû.

Tîma restorakirinê dest bi sererastkirina xeta avê kir
3 nîsan, 2020   11:34
TIL TEMIR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh xetên avê yên ku avê didin Hesekê, navçe û gundewarên girêdayî wê bi moşekan hedef girtin, bi wê re jî xet ji xizmetê derket û av dîsa li ser Hesekê qut bû.

Komîteyên taybet ên girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê xet careke din sererast kir ku av ji nû ve gihand bajarê Hesekê.

Hevserok Şaredariya Gel a Til Temirê Mihemed Xilo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi mebest xetên avê ku avê didin kantona Hesekê, hedef digire û piştrast kir ku dê werşe di 24 saetên dîtir de heke topavêjên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa hedef negirtin, xebata sererastkirinê bi dawî bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 5 caran av li ser Hesekê û navçeyên wê bi rêya rawestandina stasyona Elokê qut kiribû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PW4sIeqvb6s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>