Li Îsraîl û Filistînê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bilind dibe

Hejmara giştî li Filistînê ya ku bi Koronavîrusê ketine 171, her wiha li Îsraîlê jî zêdetirî 7 hezar kes pê ketine. Her wih tevgera Hemas Îsraîlê neçar dike ku bihêle alîkariyên mirovî û tenduristî derbasî Xezayê bibin.

Li Îsraîl û Filistînê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bilind dibe
3 nîsan, 2020   11:57
XEZA

Berdevkê hikumeta Filistînê Îbrahîm Milhim îro got Wezareta Tenduristiyê 10 rewşên dîtir ên pêketina Koronavîrusê (Covid-19) li Difa El-Xerbiyê tomar kirine.

Milhim diyar kir ku li Filistînê 171 kes bi Koronavîrusê ketine ku rewş wek xeternak bi nav kir.

Her wiha rewşa awarte li Difa El-Xerbiyê û Xezayê bi dema 30 rojî der barê tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê de hate ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku hejmara kesên bi vîrusê ketine gihîşt 7 hezar û 30 kesî, jê jî 115 xeternak in û her wiha 37 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî din jî serokê tevgera Hemasê ya beşa Xezayê Yehya El-Sinwar duh der barê bersivdana daxuyaniya wezîrê artêşê yê Îsraîlê Naftali Bennett de, gefên neçarkirina Îsraîlê ya hiştina derbaskirina alîkariyên mirovî û tenduristî ya Xezayê xwarin. El-Sinwar got: "Heke Koronavîrus li Xezayê berbelav bû û dagirkeriyê nehişt alîkariyên tenduristî û mirovî derbas bidin, em ê bêhn û nefesê li 6 milyon Îsraîlê qut bikin."

El-Sinwar xîtabî Naftali Bennett kir û wiha got: "Di demekê de ku em neçar in alavên nefesê ji nexweşên xwe re yan jî xwarinê ji gelê xwe re dabîn bikin, em we neçar bikin ku tiştên dixwazin bi zorê bi dest bixin."

Serokê tevgera Hemasê gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Fermandarê Ketaib El-Qesam-baskê leşkerî yê tevgera Hemas, rewşa tenduristiyê ya dîlgirtiyên Filistînê yên di girtîgehên dagirkeriyê de dişopîne û dibe ku tedbîrên mezin di dema ku dagirkeriyê tenduristiya dîlgirtiyan der barê berbelavbûna Koronavîrusê de paşguh kir, pêk bînin."

El-Sinwar wiha domand: "Hin şêwir der heqê girêbesta dîlgirtiyan bi dagirkeriyê re hene, her wiha navbeynkar agahdar kir ger tu dan û standinên nû beriya serbestberdana azadiyên girêbestê "wefadariyên Ehrar" de yên ku dîsa dagirkeriyê girtine, ne pêkan in."

Wezîrê artêşê yê Îsraîlê ragihandibû ku Îsraîl nahêle alîkariyên mirovî û tenduristî beriya vegerandina leşkerên Îsraîlê yên li gel Hemasê, derbasî Xezayê bibin.

(fr)

ANHA