Li navenda tenduristiyê ya Şedadê du konên karantînayê hatin vedan

Piştî bidawîkirina xebatên restorekirina navenda tenduristiyê ya Şedadê Heyva Sor a Kurd du konên karantînayê vedan.

Li navenda tenduristiyê ya Şedadê du konên karantînayê hatin vedan
Li navenda tenduristiyê ya Şedadê du konên karantînayê hatin vedan
Li navenda tenduristiyê ya Şedadê du konên karantînayê hatin vedan
Li navenda tenduristiyê ya Şedadê du konên karantînayê hatin vedan
3 nîsan, 2020   07:10
HESEKÊ –BASIM EL-DEXÎL

Ji bo pêşwazîkirina hejmara herî zêde ji nexweşan û peydakirina xebatên tendustiyê Heyva Sor a Kurd di 17`ê Adarê de ragihand ku ew xebatên xwe bi awayekî beşî li navenda tenduristiyê ya Şedadê taloq dike, da ku navendê fireh bike.

Piştî biryara qedexeya derketina derve, navendê tedbîrên destpêkê girtin.

Hevya  Sor a Kurd amûrek ji bo pîvana germahiya laşê û du konên karantînayan amade kirin, ger nîşaneyên Koronavîrûsê li nexweşekî belî kirin.

Navend bûye girîngtirîn navendên tendursitiyê li navçeyê. Şêniyên  500 gundî zêdetir serdana navendê dikin.

Endama rêveber a navenda tenduristiyê ya Şedadê Ciwana Elî got: “Dema nexweşek tê destpêkê tîmek pispor germahiya laşê kesên ku serdana navendê dikin dipîve. Ger ji kesekî biguman bû ku nîşaneyên nexweşiya Koronvîrûsê li cem heye, ew dikin konê karantînayê da ku bijîşkên navendê wê/î keşif bikin.”

Ciwana destnîşan kir ku tîmên rewşên awarte li Hesekê hatin avakirin. Ew tîm ji tevahiya aliyan ve hatine amadekirin. Ger ji ber rewşa nexweşekê/î biguman bin yekser bi wan re dikevin peywendiyê. Da ku nexweş bi awayekî giştî fehs bikin û piştrast bibin ku ne nexweş e.

Ciwana di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku tîma zanakirina tenduristî belavokên hişyariyê girêdayî perspektîvên xweparastinê li nexweşên ku serdana navendê dikin belav dikin.

Ciwana diyar kir ku şênî bi rêjaya ji sedî 80 biryara qedexeya derketina derve tînin cih, ji ber ku ketine ferqa xeteriya vîrûsê.

Her wiha Ciwana bang li welatiyan kir ku tedbîrên hişyariyê yên ku hatine girtin û biryara qedexeya derketina derve bi cih bînin, mijarê bi awayekî cidî bigirin dest  da ku xwe û zarokên xwe biparêzin.

Ciwana bal kişand ser ku heta niha tu nexweşî li herêmê bi der neketiye, asta têgihiştina şêniyan û girtina tedbîrên hişyariyê ji hêla şêniyan û Rêveberiya Xweser ve. Ciwana hêviya başbûnê ji tevahiyan re xwest.

(şx)

ANHA