Şaredariya Kobanê dest bi hemleyeke berfireh a paqijiyê kir

Îro di çarçoveya parastina ji belavbûna Koronavîrusê li bajarê Kobanê Şaredariya Gel hemleyeke berfireh a paqijiyê da destpêkirin.

Şaredariya Kobanê dest bi hemleyeke berfireh a paqijiyê kir
26 adar, 2020   10:20
KOBANÊ

Hevserokê Şaredariya Gel a Kobanê, hevserokê Desteya Rêveberiya Bajêr û Jîngehê çavdêriya hemleya paqijiyê kir û vê sibê ji pêşiya navenda giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dest bi pêngavê kirin. Karker dê kolana 48`an û Qada Jina Azad jî paqij bikin.

Bi dehan karkerên paqijiyê û hejmarek alav ku ji yên dezenfektekirinê, şûştina kolanan û komkirina çopan pêk tê, beşdarî hemleyê bûne.

Di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23 mehê ve qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y0gjrkT6nJo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>