Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li gundên Dirbêsiyê û Amûdê bi rê ve çû

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker îro li gundên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê û gundên navçeya Amûdê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li gundên Dirbêsiyê û Amûdê bi rê ve çû
26 adar, 2020   11:11
HESEKÊ

Dewriye ji 4 panzêran û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat. Dewriye vê sibê ji gundê Şêrikê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ku 13 km dikeve aliyê sînorê Sûriye-Tirkiyê dest bi gera xwe kir.

Dewriyeya hevbeş ji gundê Berkevirê, Sêbîrka, Til Kember, Kerbetilî ber bi gundê Til Kermê, Emerzobaş ê rojhilatê navçeya Dirbêsiyê, gundê Xasê, Midewra, Xişêfiyê, Cewheriya yê rojavayê navçeya Amûdê ve çû.

Piştî dewriye bi dawî bû, vegeriyan nuqteya destpêkirinê anku gundê Şêrikê û paşê panzêrên dewleta Tirk vegeriyan xaka Tirkiyê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-0KaXfYiAME" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>