Hikûmeta Iraq: Êrişa li dijî baregeha Amerîkayê kiryara dijminatî ye

Hikumeta Iraqê êrişa li dijî hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li baregeha El-Tacî ya bakurê Bexdayê ya duh, şermezar kir û wek kiryara dijminatî bi nav kir. Her wiha rayedarên Amerîkayê pêkanîna koalîsyonê ya êrişên li dijî Bokemalê yê Sûriyê derewand.

Hikûmeta Iraq: Êrişa li dijî baregeha Amerîkayê kiryara dijminatî ye
13 adar, 2020   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyekê diyar kir ku şevê berê baregeha El-Tacî rastî êrişa moşekên katyûşa hat ku hêzên koalîsyonê hedef girt. Di encama hedefgirtinê de 3 kuştî û hejmareke birîndarên hêzên koalîsyonê çêbûn.

Serokê Meclisa Wezîran fermandarê giştî yê hêzên çekdar diyar kir ku divê yekser lêpirsîn der barê aliyê ev kiryara dijminatî û xeternak pêk aniye de, were vekirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş wiha domand: "Bang li welatiyan dikin ku agahiyên der barê vê kiryarê de eşkere bikin.” Her wiha fermandariyê piştrast kir ku bergiriyên tund girtine û dê li hember her êrişa li dijî baregeh û nuqteyên leşkerî bisekinin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên kaolîsyonê bi erêkirina hikumeta Iraqê hene, erka wê perwerdekirina hêzên Iraqê û têkbirina DAIŞ’ê û ne tu aliyekî din e. Her wiha der barê biryara vekişîna hêzên koalîyonê de ku hikumet û parlamentoya Iraqê daye, hat agahdarkirin û dan û standinên cidî di vê aliyê de pêk tên. Her wiha xebatên mîna vê kedê asteng dikin û rewşên li Iraqê girêktir dikin.

Girêdayî heman mijarê, rayedarên Amerîkayê hedefgirtina balafirên koalîsyonê ya derbeyên li dijî ketîbeyên Hizbullahê yên li nêzî Bokemal li Sûriyê derewand û ji rojnameya New York Times re wiha got: "DYA’yê tu derbe pêk neanîne."

(fr)