Şêwirmendê Xumineyî Welayetî bi vîrûsê ket

Şêwirmendê siyasî yê navneteweyî yê lîderê olî yê Îranê Elî Xamineyî, Elî Ekber Welayetî bi vîrûsa COVÎT-19 ketiye.

Şêwirmendê Xumineyî Welayetî bi vîrûsê ket
12 adar, 2020   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên mûxalîfa Îranê yek ji kesên siyasetmedarên Îranê Elî Ekber Welayetî bi vîrûsa Koronayê ketiye.

Hate ragihandin ku Welayetî xistine karantînayê û peywendiyên wî bi gelek kesan re jî pêk hatiye.

Di hefteyên dawî de li Îranê gelek siyasetmedar û endamên hikûmetê bi vîrûsê ketine. Li gorî agahiyên fermî li Îranê 10 hezar û 75 kes bi vîrûsê ketine, 429 kes jî mirine.

Lê li gorî çavkaniyên mûxalîf, vîrûs belavî 149 bajaran bûye û hejmara miriyan jî 3 hezar û 300 kes in. Tê îdîakirin ku tenê li bajarê Kum 520, li Tehran 500 kes mirine.

(şx)