ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-3-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-3-2020`AN
5 adar, 2020   04:41

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Komîteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava buroya xwe li bajarê Qamişlo vedike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Lêkolînerê siyasî û endamê Yekîtiya Rewşebîran a kantona Kobanê Mesûd Mihemed got: “Ger partiyên Kurd pişta xwe bidin dewletên derve encama wê ne erênî ye. Her wiha teqez kir ku pêwîste bi lez gavên cidî ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî werin avêtin”. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolînera zanistên siyasî Fernaz Atiye got Tirkiyê bi rêya ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan hewl dide gelê Kurd bişkîne û têkoşîna wan têk bibe. Bi armanca ku planên xwe yên firehkirinê pêk bîne û li gel rewşên herêmî û navneteweyî yên heyî nexşerêya jeopolîtîk ji bo berjewendiyên xwe biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Mirî El-Şiblî diyar kir ku helwesta Amerîkayê ya ji bo pêşketinên li Idlibê wekî "cezakirina Tirkiyê ji ber nêzîkbûna wê ji Rûsyayê re" ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çalakvanê hiqûqî got topbarana Tirkiyê li dijî gundên Efrîn û kantona Şehbayê di du mehan de bû sedema şehadeta 6 sivîlan. Her wiha teqez kir ku Tirkiyê li ser axa Sûriyê sûcên şer pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Şopandina çalakiyên ku bi boneya 8`ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jin a Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê îro komxebatek girêdayî rewşa jinê di aloziya Sûriyê de li Seyrangeha Beylesan li navçeya Amûde lidar dixe saet 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Kongreya Star û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jin û pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku berxwedana wan didome û 8`ê Adarê roja destpêka berxwedana li dijî zilmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Tevî derbasbûna du salan li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê, lê şahidên hovîtiyan wan êrişan, hîna ew bîranînên bi êş di hişê wan de zindîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA