​​​​​​​‘Armanca tecrîdê şikandina têkoşînê ye’

Lêkolînera zanistên siyasî Fernaz Atiye got: “Tirkiye hewl dide bi rêya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna gelê Kurd bişkîne û planên xwe yên dagirkeriyê berfirek bike.”

​​​​​​​‘Armanca tecrîdê şikandina têkoşînê ye’
5 adar, 2020   05:32
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA EL-HEBÎB

Lêkolînera zanistên siyasî Dr.Fernaz Atiye girêdayî tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, ji ANHA'yê re me re axivî.

Fernaz di nirxandina xwe de bal kişand ser şewata ku di 27'ê Sibatê de li Îmralî derketibû û got ku dibe ku ew şewat bi zanebûn hatibe derxistin. 

'DİBE KU ŞEWATA Lİ ÎMRALÎ Bİ ZANEBÛN HATİBE DERXİSTİN'

Fernaz got: "Dibe ku têkiliya desthilatiya Tirkiyê bi wê şewatê hebe" û wiha berdewamkir, "Şewat cihê gumanan e. Îşaret pê dike ku desthilatên Tirkiyê hewl dide tiştekî veşêre. Yan jî rastiyên girêdayî rewaş birêz Ocalan an jî tenduristiya wî binuxmîne. Ev tişt diyar dike ku sedemên siyasî li pişt vê bûyerê ne.”

Fernaz destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya binpêkirinên xwe hewl dide zirarê bigihîne sembola ku Kurd li dorê kom bûne û giyana têkoşînê jê digirin.

'DİXWAZİN TEKOŞÎNA KURDAN TÊK BİBİN'

Fernaz'ê hewldanên dewleta tirk hewldanên bi armanca têkbirina tekoşîna kurd pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Tirkiye hewl dide Kurdan û têkoşîna wan têk bibe, bi armanca ku planên xwe yên firehkirina dagirkeriyê pêk bîne. Dixwaze bi vê re jî nexşeya jeopolitik a herêmê biguhere. Binpêkirinên Tirkiyê yên dawîn li dijî Rêber Ocalan di çarçoveya hewldana wê de ji bo ku têkoşîna Kurdan di bin hinceta parastina ewlehiya sînor û ewlehiya xwe de têk bibe. Ji ber ku ji serkeftina tecrubeya bakurê Sûriyê ditirse ku di pêşerojê de tecrubeyek mîna wê li Tirkiyê çêbibe.”

Lêkolînera zanistên siyasî Dr. Fernaz Atiye di dawiyê de got: “Tirkiye hewl dide tecrîdek girantir li birêz Ocalan ferz bike. Di hewldanekê de ji bo ku Kurdan zaîf bike û doza wan bidawî bike.”

Di 27`ê Sibatê de şewatek biguman li daristana girava Îmraliyê cihê ku Rêbe Abdullah Ocalan lê girtiye de rû da.

Buroya Serdemê ya Hiqûqî roja Sêşemê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya  Twitterê belav kir û got: “Em ji raya giştî re radigihînin ku hevdîtinên di navbera miwekilên me birêz Abdullah Ocalan, Umer Xeyrî Konar, Wêsî Aktaş û malbatên wan de pêk hatin. "

(şx)

ANHA