​​​​​​​Yekîtiya Ewropayê ji ber şantaja Tirkiyê bi hêrs e

Çavkaniyên dîplomasî gotin, balyozên Yekîtiya Ewropayê di civîna vê hefteyê de lidar xistine, hêrsa xwe li hember hewldana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a şantajkirina yekîtiyê bi mijara penaberan anîn ziman.

​​​​​​​Yekîtiya Ewropayê ji ber şantaja Tirkiyê bi hêrs e
5 adar, 2020   06:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hinek nûneran lihevkirin ku helwesta Yekîtiya Ewropayê dijwar e. Dewletên yekîtiyê nikarin lihev bikin bê çawa bi mijara penaberan re bidin û bistînin. Ji bo ku aloziya koçberiyê ya salên 2015-2016`an dubare nebe. Dewlet texmîn dikin dibe neçar bimînin pere bidin Tirkiyê da ku rê li pêşiya derbasbûna penaberan ji Ewropayê re bigirin.

Dîplomatekî di civîna girtî de ya ku li Brukselê roja Duşemê 2-3-2020`an de lidar ketibû got: “Yekîtiya Ewropayê armanca şantajî ye.”

Yekîtiya Ewropayê di çend rojên dawîn de gelek zehemtî di danûstandina bi hezaran penaberên ku ji Tirkiyê hatine de kişandin. Ji ber ewlehiyê, mafên mirovan û xebatên Tirkiyê yên vekolandinê li Qibrsê bi rastî têkiliya Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyê re aloz e.

Di Adara 2016`an de Yekitiya Ewropayê bi Tirkiyê re lihevkirinek mohr kir. Li gorî wê Enqerê derbasbûna penabera ji Ewropayê re bi rêya axa xwe qedexe kir. Li hemberî wê yekîtiyê soza pêşkêşkirina alîkariyan bi 6 milyar Euro ji zêdetirî 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûrî re li Tirkiyê da.

Dîplomatekî girîng di Yekîtiya Ewropayê de got: “Yekîtiyê ji lihevkirina 2016`an ve, paşguhkirina pirsgirêk û danîna pereyan ji Tirkiyê da ku penaber li Tirkiyê bimînin dem vala vala xerc kir.”

Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyan dîplomatekî got: "Bi qasî ku ji mantiqê ye yekîtî desteka penaberên Sûrî li Tirkiyê bidomîne lê girîng e em xuya nekin ku em ji şantajê re teslîm dibin."

Dîplomasiyek din ji Reutersê re got: "Bi vê yekê Erdogan soza xwe binpê dike. Nabe em teslîm bibin. Lewra her peyek nû divê ewqes bilez neyê. Lê xuyaye em ê di dawiyê de bidin, gelo di destê me de çareyek din heye?"

Yekîtiya Ewropayê heta niha zêdekirina asta piştgiriyê nenirxandiye. Dîplomatekî got: "Dibe ku ev biryar ji serokên yekîtiyê re bimîne ji bo ku di civînên ku tê payîn di 26-27`ê Adarê de li Brukselê lidar kevin biryar bigirin."

(şx)