Desteya Jinan a Firatê 8`ê Adarê pîroz kir û şewata Îmraliyê şermezar kir

Desteya Jinan a Herêma Firatê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û şewata li Îmraliyê şermezar kir, her wiha bang li cîhanê kir ku ji bo sekinandina kiryarên Tirkiyê bikeve nava tevgerê.

Desteya Jinan a Firatê 8`ê Adarê pîroz kir û şewata Îmraliyê şermezar kir
3 adar, 2020   13:18
KOBANÊ

Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Birkel daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kobanê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Di şoreşa 19`ê Tîrmehê de jin hatin rizgarkirin û gelek destkeftî bi dest xistin. Efsaneyên dîrokî bi lehengî û hêza xwe nivîsandin. Îro jî di hemû cureyên tundiyê re derbas dibin; ji kuştin, koçberkirin, rûxandin û guhertina demografiyê. Şoreşa 8`ê Adarê wek derbeyek li dijî kevneşopên civakî yên kevneperest bû ku jin qeyd kiribûn. Guhertin ne ji xwe ve hat lê belê ev hemû berhema têkoşîn û berxwedana jinan e.

Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e" jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Gelek çalakiyan li dar dixin. YPJ sembola hemû çalakî û pîrozbahiyan e. Di vê rojê de em jinên kedar ku tê koşiyan û ji bo wekheviyê şehîd bûn, bi bîr tînin.

Di dema ku jinan amadekariyên 8`ê Adarê dikir de dewleta Tirk a dagirker ragihand ku agir bi girava Îmraliyê ya ku rêber Ocalan tê de dîl hatiye girtin, ketiye. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan hewl dide îradeya jinan tune bike, mafên wê binpê bike, hebûna wê tune bike û xaka wê dagir bike. Ji ber wê jî jinên azadîxwaz û zanist ku dikarin gelek pêşketinan ji bo jinan bi dest bixin mîna Hevrîn Xelef û dayika Eqîde, dike hedef. Her wiha bi cenazeyên şervanên YPJ`ê mîna Barîn, Rênas û Amara listin.

Bi van kiyaran dewleta Tirk hewl dide îradeya jinan bişikîne û bitirsîne da ku ji rola xwe  ya parastina xakê bi paş ve bikişe.

Em 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî malbatên şehîdan, tevahî jinên li cîhanê pîroz dikin. Em bang li wan dikin ku ji bo ku bigihêjin civakeke exalqî, ekolojîk û azad ku jin tê de hemû mafên xwe bi dest xistine, divê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û aliyên pêwendîdar dikin ku li hember her kesê ku dixwaze îrade û jiyana jinan bike hedef, bisekine."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G_-yuRRnpUI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>