Li Dirbêsiyê meşa eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan

Ciwanên PYD’yê bi daxwaza eşkerekirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan piştî şewata li girava Îmraliyê, meşek li dar xist.

Li Dirbêsiyê meşa eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan
Li Dirbêsiyê meşa eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan
Li Dirbêsiyê meşa eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan
3 adar, 2020   13:34
HESEKÊ

Ciwanên PYD’yê yên herêma Cizîrê meşek bi hedefa eşkerekirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan ku tê de bi sedan ciwanên PYD’yê beşdar bûn, tevî hildana wêneyên Ocalan, organîze kir.

Meş ji gundê Berkevirê ji rojavayê navçeyê 13 km dûr e, dest pê kir. Her wiha ciwan di gundên Şeimesor û Quneterayê re derbas bûn. Di meşê de beşdaran dirûşmên azadiya rêber Ocalan û eşkerekirina tenduristiya wî berz dan, her wiha pankartên "Bi şoreşa ciwantî em ê faşîzmê têk bibin û rêber Apo rizgar bikin" hildan.

Dê meşa ciwanan li Qada Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi dawî bibe, her wiha tê payîn ku bi navê ciwanên PYD’yê Henan Mamed û hevserokatiya PYD’yê de biaxivin.

(fr)

ANHA