‘Armanca Tirkiyê  têkbirina îradeya gelên azadîxwaz e’

Jinên herêma Cizîrê bêdengiya navneteweyî ya der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de û nediyarkirina hikûmeta Tirkiyê ya sedemên şewata li girava Îmraliyê, şermezar kir.

‘Armanca Tirkiyê  têkbirina îradeya gelên azadîxwaz e’
3 adar, 2020   12:43
QAMIŞLO

Di nava bêdengiya rêxistinên navdewletî de û redkirina hikûmeta Tirkiyê ku çarenûsa rêber Abdullah Ocalan zelal bike, piştî agahiyên ku şewat li girava Îmraliyê derketiye û derfet nade parêzeran ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bîne, rêzeçalakiyên ji bo diyarkirina çarenûsa rêber Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Ji 27`ê Sibata darbasbûyî ve rojane bi sedan şêniyên kantona Qamişlo berê xwe didin konê çalakiyê ku li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo hatiye vedan.

Di vê der barê de jinên ku tev li çalakiyê bûne, ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kir ku rêber Ocalan ji bo azadiya jinan ku ji bin zîhniyeta desthilatdar rizgar bibin, tê dikoşe.

Welatiya bi navê Sûad Melkê Milko ku ji pêkhateyên Suryan e û ji navçeya Tirbespiyê ye û destnîşan kir ku rêber Ocalan parastina gelê xwe û gelên herêmê kir û wiha  pêde çû:"Em rêzdariyê didin rêber Ocalan. Ji ber wî ji bo parastina gelê xwe û rizgarkirina jinan ji zîhniyeta desthilatdar gelek tişt feda kirin."

Sûad diyar kir ku hikumeta Tirkiyê dîlgirtina rêber Ocalan bes nedît, ji lew re agir bi zanebûn bi girava Îmraliyê xist û bi vê yekê hewl dide îradeya gelên azadîxwaz û têkoşer bişikîne.

Sûad di dawiyê de piştrast kir ku dê li ser firkên rêber Ocalan ên ji bo parastina gelên bindest berdewam bin û dê çalakiyên xwe heta hikumeta Tirkiyê rewş û ewlehiya rêber Ocalan eşkere bike, dewam bikin.

Welatiya bi navê Heyat Suleyman dayika du şehîdan û ji navçeya Tirbespiyê ye ev tişt anî ziman: "Armanca pêxistina agirê li girava Îmraliyê xistina tirsê di nava gelê kurd de û şikandian îradeya wê ye. Kiryarên bi vî awayî îrade û israra ji bo berdewamkirina berxwedanê bilind dike."

Heyat Suleyman bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir erka xwe ya mirovî der barê rêber Ocalan de pêk bînin.

Ala El-Sayil a ji gundê Maşoq ê navçeya Tirbespiyê jî siyaseta Erdoganê faşîst li beramberî rêber Ocalan şermezar kir û ev tişt bi lêv kir:"Ma gelo çima dewleta Tirk sedemên pêketina agirê li Îmraliyê vedişêre, di dema ku ne pêkna e ku agir ji xwe ve û di demsala zivistanê de pêkeve."

Ala El-Sayil piştrast kir ku tevgerên jinan tu carî ji têkoşîna xwe paşde venakişe û dê her tim li hember faşîstan li ber xwe bide.

(bx(

ANHA