​​​​​​​Yekitiya Êzidiyan banga eşkerekirina rewşa Ocalan kir

Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê kir ku fişarê li hikumeta Tirk bikin ku parêzer bi rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin da ku tenduristiya wî mîsoger bikin.

​​​​​​​Yekitiya Êzidiyan banga eşkerekirina rewşa Ocalan kir
3 adar, 2020   12:30
ŞEHBA

Di 27’ê Sibatê de şewatek li girava Îmraliyê ku tê de dewleta Tirk rêber Abdullah Ocalan dîl digire, pêk hat. Şewat rastî bertek û hêrsa gelê Kurd hat ku ev yeke geka yekser li dijî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan e.

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyan, endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê tevî hildana wêneyên rêber Ocalan û alên yekitiyê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Endamên Yekitiya Êzidiyan Arîvan Menan û Esed Marko daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî rêberê navneteweyî birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye ku bi dîlgirtina wî di 15’ê Sibata 1999’an de bi dawî bûye, tê de dewlet, îstîxbaratên wê, dîplomat , rêxistinên navdewletî bi dewleta Tirkiyê re hevpar bûn, hedef jê jî derbkirina fikra azad a Kurd di şexsê rêber de ku gelê Kurd ji xewa mirinê ya ku mêtingerê Tirk ji dema hilweşîna şoreşa Dêrsimê ya 1938’an de ferz kiriye û fermandarên wê şoreşê di serî de Seyîd Riza bi dar ve kirine, hişyar kiriye.

Ji dema dîlgirtina rêber Apo de dewleta Tirk tecrîda girankirî û bimetod li dijî wî ferz kiriye, ew jî bi hedefa negihandina tu perspektîv an jî agahiyên ji rêber Ocalan de, ji ber ku dewleta Tirk girêdana gel biRêbertî re baş dizane.

Dewleta Tirk azarên hundirîn û derve dikişîne. Da ku xwe ji wan aloziyan rizgar bike bi gelek kaxizan ku texmîn dike dê wê rizgar bike, dilîze. Ji wan kaxizan jî kaxiza penaberan a şantajkirina Ewropayê ye.

Lê belê êdî ewropiyan zanî ku dê penaberên ku dewleta Tirk bişîne, komên terorîst û tundraw in. Ji lew re Ewropayê deriyên xwe li hember penaberan girtin. Her wiha kaxiza herî xeternak ku hikuma AKPA’ê bi kar tîne, rêber Ocalan e. Dewleta Tirk hewl dide bi hestên tirkan bilîze ku dengê kurdan bi rêya zêdekirina tecrîdê li dijî rêberê wan bixeniqîne. Hewldana wê ya dawîn jî şewata bizanebûn ku di 27’ê Sibatê de li girava Îmraliyê rû daye. Da ku bala Tirkan ji ser aloziya aborî dûr bixe.

Em wek Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê radigihînin ku bi fikra rêber Ocalan ku rêya azadiyê ji me re ronî kiriye, girêdayî ne û dê heta wergirtina agahiya başbûna tenduristiya wî li ser pêyan bin.

Yekitiya Êzidiyan li dawiyê bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê kir ku fişarê li hikumeta Tirk bikin ku parêzer bi rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin da ku tenduristiya wî mîsoger bikin.

fr

ANHA