Jinên Dêrikê bi boneya 8`ê Adarê 100 dar çandin

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, endamên Kongreya Star a bajarê Dêrikê 100 dar li gGulistana 4`ê Nîsanê, çandin.

Jinên Dêrikê bi boneya 8`ê Adarê 100 dar çandin
Jinên Dêrikê bi boneya 8`ê Adarê 100 dar çandin
Jinên Dêrikê bi boneya 8`ê Adarê 100 dar çandin
Jinên Dêrikê bi boneya 8`ê Adarê 100 dar çandin
Jinên Dêrikê bi boneya 8`ê Adarê 100 dar çandin
3 adar, 2020   11:13
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re, vê sibehê bi dehan endamên Kongreya Star û nûnerên saziyên civaka sivîl a bajarê Dêrikê berê xwe da Gulistana 4`ê Nîsanê ya li Taxa Şehîd Xebat da ku 100 şitilên daran biçînin.

Jinan cilên folklorîk ên kurdî li xwe kiribûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakiribûn.

Yek ji rêveberên Komîteya Aboriyê ya Dêrikê Wefa Eli 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Di dîrokê de û di hemû şoreşan de, jinan li ber xwe dane û zordestî qebûl nekirine ku gihîştin vê qonaxa pîroz û gelek destkeftî bi dest xistin."

Wefa destnîşan kir ku wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê berxwedana xwe heta rizgarkirina rêber Ocalan dewam bikin û dê li hemberî kiryarên li Îmraliyê li dijî rêber Ocalan pêk tên, destgirêdayî nemînin. Her wiha daxwaza eşkerekirina rewş û tenduristiya Ocalan kir.

Piştre di nav dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê û berxwedana jinan de, jinan 100 dar li gulistanê çandin.

(cx)

ANHA