​​​​​​​Dewleta Tirk balafireke şer a rejîmê xiste xwarê

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku hêzên dewleta Tirk li Idlibê balafireke wan a şer xiste xwarê.

​​​​​​​Dewleta Tirk balafireke şer a rejîmê xiste xwarê
3 adar, 2020   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê wiha ragihand: "Hêzên rejîma Tirkiyê ya terorîst yek ji balafirên me yên şer di operasyonên li dijî rêxistinên terorîst li herêma Idlibê de kir hedef."

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî diyar kir ku wan balafireke şer a Sûriyê xistiye xwarê.

Tirkiyê beriya çend rojan du balafirên rejîma Sûriyê li ser Idlibê xistibûn xwarê. Rejîma Sûriyê jî girtina qada asîmanî ya Idlibê ragihandibû.

)bx(