Ji HRE`yê li Mareyê çalakiya li dijî çeteyên

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama çalakiyeke wan a li derdora bajarê Mareyê de 2 çete hatine kuştin.

Ji HRE`yê li Mareyê çalakiya li dijî çeteyên
Ji HRE`yê li Mareyê çalakiya li dijî çeteyên
Ji HRE`yê li Mareyê çalakiya li dijî çeteyên
3 adar, 2020   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 1’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê li dijî çeperên çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke cebilxane hate desteserkirin.

Cebilxaneyên ku hatine desteserkirin; çekeke M16, dûrbîn û rextê wê, çekeke AK-47 û rextê wê, cîhazeke mesafe pîvanê, kamerayek û her wiha nasname û cuzdan.

Her wiha artêşa dagirker bi tank, obus û hewanan gundên navçeya Şêrawa, Şera û gundên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin."

(kc)