​​​​​​​Li Qamişlo hewldanên pêşxistina xebatên komîn û meclisan

Meclisa Kantona Qamişlo komîn û meclisên kantonê ji nû ve saz dike.

​​​​​​​Li Qamişlo hewldanên pêşxistina xebatên komîn û meclisan
3 adar, 2020   07:52
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Dihat payîn ku prosesa hilbijartinê ya komîn û meclisan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Kanûna 2019`an de dest pê kiriba. Lê ji ber êrişên Tirkiyê li dijî herêmê, çênebûn. Ji ber wê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê biryar da û hilbijartinên meclis û komînan ji ber koçberiya bi hezaran sivîlan bi paş de xistin.

Ji bo meşandina xebatan bi awayekî baştir, Meclisa Kantona Qamişlo dest bi lidarxistina rêzecivînan bi şêniyan re kir da ku girîngtirîn astengiyên di dema derbasbûyî de rastî wan hatine, nîqaş bikin û kêmasiyên derketine, derbas bikin.

Bajarê Qamişlo, Dêrik, 10 navçe û 26 bajarok girêdayî Meclisa Kantona Qamişlo ne. Di kantonê de hezar û 225 komîn hene. Karên wan komînan bi rêya 37 meclisan têne birêxistinkirin. Endamên wê bi rêya hilbijartinên 22`yê Cotmeha 2017`an hatin hilbijartin. Di her meclisekê de 10 komîte hene; lihevanîn, tenduristî, ciwan, jin, edlê, çand, karûbarên civakî, malbatên şehîdan û parastinê.

Meclisa Kantona Qamişlo di civîna xwe de bi meclis û komînên kantonê re biryar da ku meclisên bajaran û navçeyan di meclisekê de bêne komkirin. Tevî ku girîngî bidin rola komîn û meclisan di dema bê de.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq diyar kir ku meclisê dest bi sererastkirina komîn û meclisan kir, piştî biryara dirêjkirina dema hilbijartinê ya duyemîn a ku dihat payîn di Kanûna 2019`an de bihata lidarxistin. Îshaq got: "Piştî birêxistinkirina meclisên kantonan li ser asta herêma Cizîrê ji du salan ve, me dest bilidarxistina civînan bi şêniyan re kir. Da ku girîngtirîn astengiyên ku di dema derbasbûyî de derketine nas bikin. Bala me kişand ku hinek bîroqratî di karên meclisan de hene. Lewra me meclisên bajar û navçeyan kirin meclisek. Mîna meclisên Qamişlo yên Rojhilat û Rojava."

Îshaq destnîşan kir ku dihat payîn dest bi prosesa hilbijratinê di dewreya xwe ya duyemîn de bihata kirin. Lê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhatina wê asteng kirin.

Îshaq axaftina xwe wiha domand: “Meclisa kantonê niha hewl dide rola komînan bi rêya peydakirina pêdiviyên wê çalak bike. Her wiha belavokan belav bike û biryaran bide ji bo ku kadroyên Rêveberiya Xweser neçar bike rola komînan çalak bikin. Jinûve sazumaniya meclisan saz bikin. Komîteyên girêdayî wê aktîf bikin. Her wiha makenzîmeyek baş a kar di navbera komîteyên kantonê û komîteyên  navçeyan û bajarokan de hatiye çalakkirin. Endamên pergalê nînin cih wê werin muhesebekirin.

Di dawiyê de Îshaq  hewldanên Meclisa Kantona Qamişlo û destekdayîna şaredariyan bi kadroyeke fenî baş destnîşan kir. Meclisê li gorî derfetan wê alavên pêwîst ji şaredariyan re pêşkêş bike. Wesayîtên agirvemirandinê peyda bike û girîngiyê bide dibistanan û pirsgirêkên wê çareser bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zWPg9p7Ozmc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>