Li Helebê bi sedan şênî bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` meşiyan

Bi sedan şêniyên taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê bi tevahiya pêkhateyên xwe yên Ereb û Kurd di çarçoveya rêzeçalakiyên  bangkirina eşkerekiria rewşa Abdullah Ocalan de meşiyan û slogana `Kesek nikare roja me tarî bike` berz kirin.

Li Helebê bi sedan şênî bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` meşiyan
Li Helebê bi sedan şênî bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` meşiyan
Li Helebê bi sedan şênî bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` meşiyan
Li Helebê bi sedan şênî bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` meşiyan
Li Helebê bi sedan şênî bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` meşiyan
2 adar, 2020   15:33
HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Eşrefiye bi dirûşmeya `Kesek nikare roja me tarî bike` li ber Sêgoşeya Şehîd Serbest kom bûn û sloganên azadiya Ocalan berz kirin. Her wiha teqez kirin ku çareserkirina doza Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.

Çalakvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên ku berxwedana Îmraliyê silav dikin hildan. Şêniyan bang li alî û rêxistinên navneteweyî kirin ku yekser bilivin ji bo ku  bê şert Rêber Ocalan serbet berdin.

Di meşê de Nehle Kerdoş bi navê pêkhateya Ereb û Aladîn Elo bi navê Meclisa Taxa Eşrefiye axivîn.

Axaftivanan destnîşan kir ku serdema tirsê ji pergalên zordest êdî nemaye. Niha serdema demokratîk û azadiya gelên ku rêzgezên neteweya demokratîk ji xwe re kirine bingeh. Ew gel banga azadiya Rêber Ocalan dikin.

Axaftvanan bang li rêxistinên navneteweyî û civaka demokratîk kirin ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku rewşa Rêber Ocalan û rastiya şewata li Îmraliyê rû daye eşkere bikin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên berdewamirina têkoşînê û azadiya Ocalan bidawî bû.

(şx)

ANHA