Sarûxan: Destên ku dirêjî Rêberê me bibin dê werin cezakirin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebd El-Kerîm Sarûxan got "Bi navê hemû gelên bakurê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Aşûriyan em komploya ku rêber Abdullah Ocalan hedef girt, şermezar dikin û em bi bîra dewleta Tirk dixin ku tu destê ku dirêjî Rêberê me bibe, wê ji aliyê kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin ve, werin cezakirin.”

Sarûxan: Destên ku dirêjî Rêberê me bibin dê werin cezakirin
Sarûxan: Destên ku dirêjî Rêberê me bibin dê werin cezakirin
Sarûxan: Destên ku dirêjî Rêberê me bibin dê werin cezakirin
Sarûxan: Destên ku dirêjî Rêberê me bibin dê werin cezakirin
Sarûxan: Destên ku dirêjî Rêberê me bibin dê werin cezakirin
2 adar, 2020   14:09
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo ji bo şermezarkirina şewata ku li Îmraliyê cihê ku serok Ocalan lê bi cih dibe qewimî û her wiha jib o naskirina rewşa rêber Ocalan, îro bi awayekî girseyî meşek li dar xist. Meşê ji Kolana Mûnîr Hebîb dest pê kir.

Meşvanan pankartên "Azadî ji bo rêber Apo", "Divê parêzer bi lezgînî biçin Îmraliyê", "Destê ku dirêjî Rêberê me bibe, em ê bişikînin" û her wiha wêneyên rêber Ocalan rakirin. Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û saziyên civaka sivîl hazir bûn.

Meş li pêşiya avahiya Komseriya Kar û Barên Penberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama koordînasyona Kongreya Star Hediya Şemo şewata ku li Îmraliyê qewimîbû, şermezar kir û got: "Em îro dibînin çi qasî milet girêdayî serokê xwe Abdullah Ocalan in, dewleta Tirk her dem siyaseta qirêjî li ser rêber Ocalan dide meşandin, ev şewata ku li Îmraliyê qewimîbû, berdewama Komploya 15`ê Sibatê ye."

Hediya wiha berdewam kir: "Wek em dizanin rêber Apo ev 21 sal e di girava Îmraliyê de li ber xwe dide, tevî hemû zexta ku lê hatî, lê rêber Apo tu gav di paş de neavêtin, roj bi roj kêlî bi kêlî di nav gelê xwe de bû, bi fikr û projeyên xwe.”

Paşê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebd El-Kerîm Sarûxan axivî û got: "Bi navê hemû gelên bakurê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Aşûriyan, em komploya ku rêber Abdullah Ocalan hedef girt, şermezar dikin, em bi bîra dewleta Tirk dixin ku tu destê ku dirêjî rêberê me bibe, wê ji aliyê kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin ve,  werin cezakirin. Em nahêlin ku tu kes ku destê xwe dirêjî rêberê me bike.”

Her wiha Sarûxan bang li rêxistinên mirovî, bi taybet rêxistina CPT, kir ku xwedî li rêber Ocalan derkevin û got: "Gel nema tehemûl dike."
ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IlUwMib554I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>