Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin

Komîteya Oldaran û Buroya Têkiliyên MSD`ê ya kantonên Efrîn û Şehbayê îro mizgefta Elî Bin Ebî Talib vekir.

Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin
Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin
Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin
Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin
Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin
Li Şehbayê mizgefta Elî Bin Ebî Talib hate vekirin
2 adar, 2020   14:09
ŞEHBA

Ji ber şerê li herêmê rû da, çend salan mizgefta Elî Bin Talib hate girtin, ji ber vê yekê Komîteya Oldaran û Buroya Têkiliyên MSD`ê mizgeft sererast kir û îro vekir.

Bi beşdariya bi dehan meleyên mizgeftan, rûspiyên kantonên Şehba û Efrînê, endam û rêveberên Meclisên herêma Efrînê mizgeft hate vekirin.

Beşdaran nimêja nîvroj li mizgeftê kir û paşê çend meleyan ayetên Quranê xwendin.

Endamê Komîteya Oldarên kantonên Efrîn û Şehbayê Reşad Hebeş axivî û vekirina mizgeftê li misilmanan pîroz kir. Reşad bang li bawermendan kir, ku divê her kes serdana mizgeftan bike û rihê xwe paqij bikin.

Paşê komîteya oldaran merasîma olî li dar xist.

Li ser navê rûspiyên eşîrên kantonên Efrîn û Şehbayê Hecî Mistefa hêviya bidawîbûna aloziya Sûriyê û misogeriya aşitiyê kir.

Hecî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin pîvanên îslamiyetê li nava şêniyên Sûriyê belav bibin, şênî hev û din qebûl bikin û şerê navxweyî bi dawî bikin."

Di dawiyê de beşdaran lava kirin.

(eh)

ANHA