Rejîma Sûriyê: Rejîma Erdogan ne layiqe ku bibe garantorê Astanayê

Rejîma Sûriyê piştrast kir ku dijminatiya dewleta Tirk li dijî serwerî û hirmetiya xaka Sûriyê ji bo berjewendiyên Erdogan in û got, rejîma Erdogan ne layiqê ku bibe ji yek garantorên Astanayê.

Rejîma Sûriyê: Rejîma Erdogan ne layiqe ku bibe garantorê Astanayê
2 adar, 2020   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Wezaret Karên Derve û koçberan ji ajansa SANA’yê yê girêdayî rejîma Sûriyê re got: "Sûriyê dijminatiya dewleta Tirk a li dijî serwerî û hirmetiya xaka Sûriyê ku berjewendiyên Erdogan û komên terorîst pêk tîne, şermezar dike. "

Çavkanî wiha domand: "Ev êrişên dewleta Tirk dîsa lawazbûna rejîma Erdogan bi rêya binpêkirin, nepêkanîna encamnameyên Astanayê û peymanên Sochiyê diyar dikin. Her wiha israra wê ya mayîna di yek xendekê de bi komên terorîst re eşkere dikin. Bi wê re jî tê sepandin ku rejîma Erdogan ne layiqî ku bibe yek ji garantorên xebata Astanayê."

Heman çavkanî da zanîn ku "Sûriyê ya ku şerê terorê kiriye û hê jî dike, piştrast dike ku dê li dijî dijminatiya Tirk a hovane bi tundî bisekine, sînorekê ji tevahî destwerdanên wê re da ku aşît û yekitiya xaka Sûriyê biparêze, deyne. Her wiha çarenûsa vê dijminatiyê bi binketinê ve girêdayî ye, bi taybet der barê vejandina komên terorîst de."

Çavkanî bang li civaka navdewletî kir ku êrişên dewleta Tirk ku qanûnên navdewletî bin pê dikin, şermezar bikin, sînorekê ji rejîma Erdogan re ku piştevaniya terorîstan û belavbûna wê li tevahî herêm û cîhanê dike ku vediguhêze Lîbyayê û bazirganiya sûriyan bi şantajkirina dewletên Ewropayê bi rêya koçberan dike, deyne. Ji ber ku li ser aramî û ewlehiya navdewletî xetere ye.

Rejîma Erdogan destpêkirina oparasyona leşkerî li dijî hêzên rejîmê ragihandibû, tevî wê hêzên rejîm bi piştevaniya Rûsya bajarê Seraqib serwer kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan li benda hevdîtina bi serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn e ku bigihîje lihevkirinekê der barê Idlibê de, lê belê Rûsya îro ragihand ku Pûtîn di şerkirina terorê de bi israr e.

(fr)