‘Têgihiştina eşîran komployên Erdogan têk birin‘

Ji rûspiyên êla Bû Salim ê ji eşîra Şerabîn Yûsif El-Ebdo got: “Di dîrokê de eşîran mêtînger ji welat qewitandine. Em banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin.”

‘Têgihiştina eşîran komployên Erdogan têk birin‘
24 sibat, 2020   06:35
QAMIŞLO – ŞIHAB EHMED

Ji rûspiyên êla Bû Salim ê ji eşîra Şerabîn Yûsif El-Salim diyar kir: "Êl û eşîrên Ereb karîbûn planên dewletên rojava û dewletên çavbirçî têk bibin. Êl û eşîrên Ereb bi diyalog û hevgirtinê dê komployên li dijî herêmê têne plankirin têk bibin. Hemû planên li dijî herêmê, di serî de planên Tirkiyê ji ber têghiştina eşîre û êlan biser neketin.”

El-Ebdo destnîşan kir ku eşîr xeteriya planên Tirkiyê fêm kirine û wiha pê de çû: "Dewleta dijmin Tirkiye dixwaze fitne û şerê navxweyî di nava pêkhateyên herêmê de derxe. Lê ev tişt çênabe. Ji ber ku xwîna pêkhateyan tevlihev bû, me bi hev re şerê terorîstan kir. Îro em li hemberî planên Erdogan ên di herêmê de sekinîne. Divê gelê Sûriyê ji bo diyalogên Sûrî-Sûrî xebatek mezin bimeşînin  da ku têkiliyan xurt bikin û bawerî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de ava bibe."

El-Ebdo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Projeya Erdogan a dagirkirinê bi bin ket, ji ber vê yekê di qada siyasî de tevlihev bûye. Ji ber têgihiştina êl û eşîran projeya Erdogan têk çû. Eşîr li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê sekinîn û beşdarî hemû çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk bûn.”

 El-Ebdo bi bîr xist ku şandeyek ji rûspiyên Ereb çûn Serêkaniyê, hejmarek ji wan birîndar bûn, Xalid El-Xelîl yek ji wan e ku bi giranî birîdar bû û hê jî diêşe.

Yûsif El-Ebdo îşaret bi bidawîkirina aloziya Sûriyê kir û ev tişt diyar kir: "Divê em diyalogên Sûrî-Sûrî pêk bînin. Ji ber ku nabe ne rojavayî û ne rojhilatî, ne Tirk, ne dewletên Ereb û ne jî Kedavê aloziyê çareser bikin. Divê gelê Sûriyê li hev kom bibin da ku bighêjin encamê. Bi kûrkirina diyalog û lihevkirinan wê dawî li aloziya Sûriyê were. Em niha di pêvajoya dawî ya aloziya Sûriyê de ne, baweriya me bi rêveberiya me siyasî û leşkerî xurt, em hêviya serkeftinê ji Sûriyeya yekûyî dikin ku hemû bighêjin mafên xwe."

Yûsif El-Ebdo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin  ku girîngiyek mezin da êl û eşîrên herêmê.”

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dpz1LYRx3vo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>