Koçberê ji Idlibê: Em ji malên xwe derneketin, em hatin koçberkirin

Mihemed Hisrim ê ku 3 kurên xwe winda kiriye, ji ber topbaran û bombebaran û şerê li ser Idlibê mal û milkên xwe li pey xwe hişt û berî da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Mihemed dibêje: "Em ji malên xwe derneketin, em hatin koçberkirin."

Koçberê ji Idlibê: Em ji malên xwe derneketin, em hatin koçberkirin
24 sibat, 2020   07:40
REQA – XALID EL-CUMA

Welatiyê bi navê Mihemed Hisrim ku ji mala xwe ya li gundê Ramî yê Idlibê hat  koçberkirin got: "Sobeyên me veketî man û sufra xwarinê raxistîbû, me nedikarî xwarinê bixwin anî jî sobeyê vemirînin."

Mihemed Hisrim (60) bavê 10 zarokan e (3 keç û 7 kur), keçek wî ji biçûkaniya xwe ve astengdar e û di mejiyê xwe de felc bûye. 3 kurên wî Hisên, Haşim û Memûd wefat kirine.

Hisrim serpêhatiya xwe ya koçberiyê ji ajansa me re vegot. Hisrim got: “Serpêhatiya me bûyerek trajedî ye. Gund û bajarok ji ber bombebarana Rûs û Rejîmê, şerê li Idlibê rû dide bûne xewlî û bi sedan sivîl bûne qurbanî. Li Idlibê ev dîmen rojane tên dîtin. Rojane em xizim û cîranan winda dikin. Ji ber êrişên bêserûber em neçar man koçber bibin. Me berê xwe da sînorê Tirkiyê, wan derî li pêşiya bi hezaran koçber girtibûn. Li aliyekî din jî li herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê yên bi navê "Artêşa Azad" em dihatin astengkirin."

 ‘EM JI MALÊN XWE DERNEKETIN, EM HATIN KOÇBERKIRIN’

Mihemed Hisrim kêliyên derketina xwe ji gundê xwe wiha bi bîr tîne : "Dema ku koçber ji mala xwe derdikevin, pêwîstiyên xwe bi xwe re dibin. Lê me tiştek bi xwe re dernexist, ji ber ku em ji malên xwe reviyan. Me soba xwe vêxistî hişt û sufra xwarinê di orta malê de ma. Tişta me bixwere derxist tenê cilên li ser me bûn. Rewşa li herêmên ku Tirkiye û çeteyên wê dagir kirine trajîdiyek e. Piştî me insyatîfa Fermandarê Gitşî yê Hêzên Sûriya Demokratîk bihîst û piştî koordîneya bi Lîwa Şemal Demokratîk em yekser derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn."

Tevî azarên koçberiyê, zulma çeteyan û wefata 3 kurên wî kêfxweşiya xwe anî ziman ku gihiştiye herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hisrim got: “Ez spasiya QSD û Lîwa Şemal Demokratîk dikim ku pêşwaziya wî min kirine û  rê jê re dabîn kir heta gihişt Reqayê.”

Der barê rewşa koçberên ji Idlibê Mihemed banga peydakirina madeyên xwarin û dermnan ji bo hemû koçberan kir.

Mihemed Hisrim di dawiya axaftina xwe de Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên lê kar dikin muxteb kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Li Idlibê gelek zeviyên me yên çandinî hebû, ji tirsa ku em bimirin me li pey xwe hişt û em reviyan, em li niha mêvanên we ne."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UZXU1FdUwAo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>