Hikmet Hebîb: Di deriye Girê Spî re desteka ji bo terorîstan

Hikmet Hebîb hişyariya derbasbûna "alîkariyên mirovî" di rêya herêmên dagirkirî re da û got:" Derbasbûa alîkariyan di deriyê Girê Spî re destekê dide komên terorîst."

Hikmet Hebîb: Di deriye Girê Spî re desteka ji bo terorîstan
24 sibat, 2020   05:35
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pêşniyar kir ku li şûna deriyê sînor ê Til Koçer yê di navbera Sûriyê-Iraqê de deriyê Girê Spî yê di navbera Sûriyê-Tirkiyê de ji bo şandina "alîkariyên mirovî" ji sivîlên Sûriyê re were bikaranîn.

Di derbarê vê mijarê de cîgirê Serokatiya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb ji ajansa me re axivî. Hebîb diyar kir ku alîkariyên ku bên jî dê ji komên terorîst ên herêmên Sûriyê dagir kirine re bên şandin.

Hikmet Hebîb diyar kir ku aloziya Sûriyê ber bi xeteriyek mezin ve diçe û got: “Bi taybet jî destwerdanên dewletên derve yên ji bo berjewendiyên xwe. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê bûne amûrek di destên dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin de."

Hebîb wiha domand: “Derbasbûna alîkariyên mirovî di deriyekî  ku ji aliyê dewletên derve ve hatiye dagirkirî dê bi awayekî şaş were bikaranîn. Li wan herêman komên terorîst hene, lew ra dê alîkarî neghêjin sivîlên bi hewcedar ên di kampan de."

‘BIRYAREK WISA ZIRARÊ DIDE NAVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ’

Cîgirê Serokatiya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb diyar kir ku biryarek wiha zirarê dide navê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navdewletî. Hebîb got: “Bikaranîna herêmek ji aliyê derve hatiye dagirkir ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî mijarek redirî ye, her wiha ev biryar bandorek neyinî li proseya siyasî li Sûriyê dike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7vl7SZwzn-E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>