Ji damezirandinê heta kongreya 8`emîn… rêwîtiya têkoşînê ya PYD`ê

PYD di qonaxekê de ku ji bo Kurdan û Sûriyê dijwar bû, hate damezirandin. Lê bi têkoşîna damezirînerên xwe yên destpêkê, ew zehmetî derbas kirin. Îro jî di qonaxeke hesas a dîroka Sûriyê û Rojhilata Navîn de PYD kongreya xwe ya 8`emîn li dar dixe.

Ji damezirandinê heta kongreya 8`emîn… rêwîtiya têkoşînê ya PYD`ê
24 sibat, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku herêma Rojhilata Navîn li ber guhertineke girîng bû, di 15`ê Sibata 1999`an de rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin û bi şerê Amerîkayê yê li dijî Efxanistanê re yê sala 2001`an, dewam kir. Piştî wê Amerîkayê Iraq dagir kir ku piştî 2 salan çav li Sûriyê bûn. Ji ber ku Sûriye jî di nava projeya Rojhilata Navîn a mezin anku ya nû de bû.

Di wê qonaxê de, 20`ê Îlona 2003`yan di mercên gelekî zehmet de û di nav zexteke ewlekariyê ya hêzên rejîma Sûriyê bi serokatiya Beşar El-Esed ku piştî mirina bavê xwe Hafiz El-Esed sala 2000`î hat ser desthilatê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava bû.

Hafiz El-Esed bi dewleta Tirk re siyaseteke baldar meşand, her wiha ji bo hevsengiya bi Tirkiyê re ku piştgiriya Îxwan El-Muslimîn ên dijminên El-Esed dikir, têkiliyên taktîkî bi Kurdan re danîn. Lê belê Beşar El-Esed siyaseta bavê xwe paşguh kir û bi dewleta Tirk re peyman îmze kirin. Piştî wê yekê Kurd ji her alî ve hatin tengavkirin û girtin.

Di serdemeke wiha de ku di destûra Sûriyê de partiya Baas wek partiya ku dewlet û civakê bi rê ve dibe, dihat dîtin û hewldanên avakirina partiyên dijber dê rastî tundiyê bihatana, damezirandina PYD`ê ne hêsan bû.

BERDÊLEKE GIRAN LÊ BINGEHEKE QEWÎN

Di wê demê de Partiya Yekitiya Demokratîk damezirandina xwe ragihand û birêxistinkirina gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê bi stratejiyeke ku avakirina Sûriyeke demokratîk, neolperest û nenetewperest armanc dike, kir hedefa xwe, lê belê berdêl giran bû.

Bi avakirina partiyê re, gelek hewldanên tasfiyeyê yên ji hundir û derve pêk hatin. Hêzên rejîma Sûriyê der heqê damezirîner û lîderên partiyê de hemleyên girtinê yên berfireh dest pê kirin û alîgirên partiyê hatin şopandin û ketin bin çavdêriyê. Girtîgehên rejîmê jî bi rêveber û alîgirên partiyê hatin dagirtin.

Gelek damezirînerên partiyê wekî Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) û Osman Dadelî ji ber îşkenceya rejîma Sûriyê şehîd bûn.

Her wiha di encama êrişeke istîxbaratên rejîma Sûriyê û bi hevkariya rejîma Baas a li Iraqê, sala 2004`an yek ji lîderên partiyê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) û tevî hevalên xwe Cemîl, Zekeriya û Fûad li bajarê Mûsilê yê Iraqê, şehîd bûn.

Bi van şehîdan partiyê dest pê kir û bingeheke qewîn ji bo endamên pêşerojê yên Partiya Yekitiya Demokraîk ava kir.

SERHILDANA QAMIŞLO

Piştî ragihandina avakirina PYD`ê bi çend mehan, çirûska serhildana Qamişlo di 12`ê Adara 2004`an de li dijî siyasetên rejîma Sûriyê yên dijberî tevgera rizgariya Kurd, di birêxisitnkirina gelê Kurd ê serhildêr de dest pê kir û PYD`ê roleke girîng lîst.

Tevî mercên dijwar, bi rêya endamên xwe ku bi dizî kar dikirin, partiyê refên gel li herêmên Rojava û herêmên li Heleb û Şamê ku Kurd lê diman, bi rêxistin kirin. Baweriya partiyê ew bû ku dê zû yan dereng li Sûriyê qonaxeke nû dest pê bike. Ev bawerî ji analîzên kûr ên rêber Abdullah Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn de ku bi rêya parêznameyên xwe kirine, dihat.

Partî baş tê gihîştibû ku hêz di birêxistinkirinê de ye. Ji ber vê yekê girîngiyeke mezin dida zanakirin, têgihîştin û amadekirina civakê ji  bo qonaxa bê, da ku li guhertinan vekirî be û nebe amûrek di destê hêzên hegemon ên ji bo berjewendiyên xwe civakê bi kar tînin. Bi rastî partî di vê gave de bi ser ket.

Vê rewşê heta bihara 2011`an dewam kir ku ji bo guhertina wê li dijî rejîma Sûriyê, tevgera gel dest pê kir.

XETA SÊYEMÎN

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re û lîstina hêzên herêmî û navdewletî bi şoreşa Sûriyê û guhetina berê wê, li Rojava rewş cuda bû.

Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, Kurdên Rojava bi çalakbûneke têgihiştî û birêxistinkirî ku encama kedên Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) bû, şoreşa xwe li dar xist.

Partiyê karîbû xwe û civakê dûrî şerê serweriyê bike û siyaseta xeta sêyemîn a dûrî şerê desthilatdariyê esas girt. Her wiha li ser pêkanîna guhertineke cidî di bîrdoziya sîstema heyî de û avakirina sîstemeke demokratîk dûrî netewperestî û olperestiyê ku tê de hemû pêkhateyên olî û neteweyî mafên xwe bi awayekî wekhev bi dest dixin, kar kir.

PYD`ê her wiha cara yekê sîstema hevserokatiyê derxist ku her du zayend bikarin bi awayekî dadmend û wekhev beşdarî rêveberiyê û qadên din bibin. Partiyê her wiha roleke girîng da ciwanan ku karibin xeyal û armancên xwe pêk bînin û rê li pêşiya beşdarbûna wan di qadên cuda de vekir.

Bi rêya saziyên ku civakê bi rê ve dibin û li gorî berjewendiya giştî bi rêxistin dikin, erka partiyê ya birêxistinkirina civakê bi ser ket. Her wiha dûrbûna xwe hem ji sîstema zordar û hem jî opozîsyona girêdayî ajandeyên derve ku ji rejîmê bêhtir xwedî fikrên radîkal e, parast.

QONAXA HEBÛN Û TUNEBÛNÊ

Siyaseta partiyê û asta birêxistinkirina civakê, li xweşiya hêzên zordar nehat. Herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên komên çeteyan û dewleta Tirk hat. Armanca êrişan a sereke têkbirina projeya neteweya demokartîk bû ku bingeha Partiya Yekitiya Demokratîk e.

Tevî wan êrişên barbarî jî, partiyê ji salên xwe yên têkoşîna li dijî siyasetên tunekirin û înkarkirinê sûd girt û bingeha xwe ya gel parast.

Di demekê de ku li herêma Rojhilata Navîn guhertinên mezin hene ku bingeha xwe Sûriye ye, PYD kongreya xwe ya 8`emîn li dar dixe û xwe ji bo birêvebirina qonaxeke hesas amade dike.

Di vê qonaxê de, dê partî di gelek ezmûnên girêdayî birêvebirin û ewlekirina civakê re derbas bibe. Her wiha dê li hemberî gelek êrişên ji bo dûrxistina partiyê ji sîstema nû ya li Rojhilata Navîn û cîhanê, li ber xwe bide.

Ezmûna sereke ku PYD di qonaxa bê de tê re bebas bibe, hewldana dûrxistina wê ji qada navneteweyî ye ku bi armanca avakirina sîstemeke ku berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî li Rojhilata Navîn temsîl dike, pêk bê.

Dê di kongreya 8`emîn a partiyê de, mayindekirina projeya neteweya demokratîk û bingeha biratiya gelan ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, were nirxandin da ku bigihînin Sûriyeke pirreng, nenavendî ku hemû pêkhate tê de cihê xwe bigirin.

(cx)

ANHA