ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 -02-2020
24 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 8‘emîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan lidar dixe, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Hisrim ê ku 3 kurên xwe winda kiriye, ji ber topbaran û bombebaran û şerê li ser Idlibê mal û milkên xwe li pey xwe hişt û berî da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Mihemed dibêje: "Em ji malên xwe derneketin, em hatin koçberkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ewlehiya navçeya Zirgan û gundewarên wê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC/HPC-Jin ve tê girtin. Ev hêz li dijî dagirkeran parastinê dikin û dibêjin ku zarokên vê axê ne û wekî her carê dîsa axa xwe diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- PYD di qonaxekê de ku ji bo Kurdan û Sûriyê dijwar bû, hate damezirandin. Lê bi têkoşîna damezirînerên xwe yên destpêkê, ew zehmetî derbas kirin. Îro jî di qonaxeke hesas a dîroka Sûriyê û Rojhilata Navîn de PYD kongreya xwe ya 8`emîn li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rûspiyên êla Bû Salim ê ji eşîra Şerabîn Yûsif El-Ebdo got: “Di dîrokê de eşîran mêtînger ji welat qewitandine. Em banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikmet Hebîb hişyariya derbasbûna alîkariyên mirovî di rêya herêmên dagirkirî re da û got:" Derbasbûa alîkariyan di deriyê Girê Spî re destekê dide komên terorîst." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfa Jinên Rewşenbîr li bajarê Qamişlo ji bo îmzekirina pirtûka nivîskar û hunermend Rojîn Mihemed Mûsa şahiyekê li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê bi rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê gotin: “8’ê Adarê hêzek manewî ye da ku destkeftiyên bêtir bidest bixe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Li navenda çand û hunerê ya bajarê Minbicê mîhrîcana duyemîn a "Huner û wêjeya jinê" lidar dikeve, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê efrînî yê behremend Ronîcan hewl dide armanca xwe pêk bîne û dengê efrîniyan bi rêya tabloyên ku xêz dike bigihîne cîhanê.  Tevî temenê xwe yê biçûk, karî behreya xwe bi kedên xwe yên taybet pêşbixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA