Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn

Şêniyên herêma Tebqayê şehîdên meha Sibatê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd ketine bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi bîr anîn.

Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên meha Sibatê bibîr anîn
20 sibat, 2020   15:22
TEBQA

Hevseroka Desteya Rêveber Hind El-Elî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, tevî bi dehan endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a herêma Teqayê û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan vêxistin.

Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîne Ebdulrezaq axivî û bixêr hatina beşdaran kir. Emîne destnîşan kir ku şehîdan ji bo ku şênî di nav aştî û ewlehiyê de bijîn canê xwe feda kirin.

Ji aliyê xwe ve fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed El-Raûf soza şopandina rêya şehîdan heya rizgarkirina Sûriyê ji terorê da.

Her wiha hevserok Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Ehmed Suleyman girîngiya hevgirtina pêkhateyan teqez kir û destdanên Hêzên Sûriya Demokratîk li hemberî êrişa Tirkiyê destnîşan kirin.

Di dawiyê de sînevizyonek girêdayî jiyana şehîdan û destanên wan li eniyên şer hate pêşendan.

Navên şehîdan wiha ne: Ebdulsamed El-Ehmed, Samir Hisên Hemade, Suleyman Ziyab, Fayiz Mişarî, Diya El-Salim, Mihemed Elî Eclen, Mehêr Ebdulhelîm El-Wês, Îbrahîm El-Selame, Mihemed Tiwêriş, Ebdulxaliq Ebdulrezaq, Usama Ebidul qewî, Ehmed Esad El-Kerîm, Hisên El-Sewas û Mihemed El-Hemed.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9iWw-Gd7OnM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>