Cejna Xidir Ilyas li Heleêb hate pîrozkirin

Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya cejna Xidir Ilyas bi dirûşmeya "Cejna Xidir Ilyas sembola hezkirin û aştiyê ye" şahiyek orgenîze kir.

Cejna Xidir Ilyas li Heleêb hate pîrozkirin
Cejna Xidir Ilyas li Heleêb hate pîrozkirin
Cejna Xidir Ilyas li Heleêb hate pîrozkirin
Cejna Xidir Ilyas li Heleêb hate pîrozkirin
Cejna Xidir Ilyas li Heleêb hate pîrozkirin
20 sibat, 2020   15:43
HELEB

Şahî li hola Efrîn a li herêma Şiqeyif hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên taxê, civaka êzidî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxê tev li şahiyê bûn.

Hol bi mûm û wêneyên pêxember Zeredeşt, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û peykera Laleş hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê şêx Dahîn Berekat cejna Xidir Ilyas li tevahiya êzidiyan pîroz kir û got: "Navê Xidir Ilyas bi xwezayê ve girêdayî ye. Xidir tê wateya zeviyên berhemdar û Ilyas darên hişk."

Endamê Mala Êzidî Laleş Êzidî cejna Xidir Ilyas li tevahiya şêniyan pîroz kir û got: "Dema em dibêjin Êzidî, yanî em bi vê olê bawer in. Lewra divê em têgihêjin rastiya ola xwe û xwe li gorî wê orgenîze bikin."

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Civaka Êzidî şêx Elî El-Hesen bi navê Kombûna Olan axivî û cejna Xidir Ilyas pîroz kir. El-Hesen hêvî kir ku ewlehî li Sûriyê serwer bibe.

Piştre ayînê olî hatin xwendin. Paşê endama Mala Êzidiyan Nêroz Ado hinek helbest vegotin.

Di şahiyê de pêşbirga pirsên olî hate orgenîzekirin û Bêxwîn li şêniyan hate belavkirin.

Şahî bi vegotina stranan bidawî bû

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xAu8hSKcxPM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>