Pêdiviyên dibistanê pêşkêşî kampa Girê Spî hate kirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê tevahiya pêdiviyên dibistanê ji kampa Girê Spî re peyda kirin.

Pêdiviyên dibistanê pêşkêşî kampa Girê Spî hate kirin
Pêdiviyên dibistanê pêşkêşî kampa Girê Spî hate kirin
Pêdiviyên dibistanê pêşkêşî kampa Girê Spî hate kirin
Pêdiviyên dibistanê pêşkêşî kampa Girê Spî hate kirin
20 sibat, 2020   15:20
EYN ÎSA

Rêveberiya Kampa Girê Spî di 9`ê Çileyê de dibistanek ji zarokên di nav kampê de vekir. Rêveberiyê 4 ode ji wê diyar kirin. Ji aliyê xwe ve Komîteya Perwerde ya Eyn Îsayê daniştok û dep ji wan re peyda kirin.

Di destpêkê vekirinê de derdora 350 zarok tev li dibistanê bûn. Lê ji ber ku hinek kêmasî di materyal û amûrên germkirinê de derketin nîvê zarokan nehatin dibistanê.

Piştî gelek bangawaziyên  Rêveberiya Kampê ji rêxistinên mirovî yên ku li herêmê kar dikin, da ku alîkariya şêniyên kampê bikin û desteka dibistanê bikin. Her wiha piştî ku tu bersîv ji wan aliyan nehat Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê 10 kon ji bo perwerdekirina zarokan veqetandin. Her wiha tevahiya pêwîstiyên dibistanê ji dep, daniştok û amûrên germkirinê peyda kirin.

Desteyê ji bo perwerdekirina zarokan, 22 mamoste erekdar kirin.

Di destpêka vekirina dibistanê de 8 mamoste ji şêniyên kampê bi dildarî zarok fêr dikirin.

Di vî warî de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsayê Marûf El-Şêx Salih got bi vekirina dibistanê re di meha derbasbûyî de hejmara zarokan vegere mîna berê.

Kampa Girê Spî di 22`yê Mijdara 2019`an de hate avakirin. Niha tê de hezar û 982 koçber ji şêniyên kantona Girê Spî û gundewarê wê dimînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CA0Y1TiZd3k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>