Êzidiyên ji Efrînê Cejna Xidir Ilyas pîroz kir

Êzidiyên ji Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, li Kampa Serdem Cejna Xidir Ilyas bi şahiyekê pîroz kir.

Êzidiyên ji Efrînê Cejna Xidir Ilyas pîroz kir
20 sibat, 2020   14:16
ŞEHBA

Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê, bi boneya Cejna Xidir Ilyas (Cejna Bêxwîn) li Kampa Serdem a kantona Şehbayê şahiyek li dar xist.

Cihê şahiyê bi ala Yekitiya Jinên Êzidî û mûman hate xemilandin. Di şahiyê de, şêniyên Şehba û koçberên ji Efrînê jî amade bûn.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, Sûad Heso axivî û cejn pîroz kir.

Her wiha hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Mustefa Nebûn behsa Cejna Xidir Ilyas kir û got: "Ev cejn girêdayî xwezayê ye ku koka xwe ya dîrokî heye û têkiliyeke xwe bi çandiniyê re heye."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer di şahiyê de axivî û diyar kir gelê Kurd di dîroka kevn de rastî gelek êrişan hat û îro jî heman dîrok xwe dubare dike.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Qanûsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Cefo jî di şahiyê de axivî û cejn li gelê êzidî pîroz kir.

Piştî axaftinan, komeke zarokên êzidî sirûdên ola êzdayetiyê gotin. Her wiha hunermend Mihemed Welîd kilama destana Derwêşê Evdî got. Her wiha endamên Koma Berxwedana Serdemê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê û Koma Çivîkên Zerdeşt a zarokan, stran gotin.

Şahî bi belavkirina ‘bêxwîn’ê li beşdaran, bi dawî bû.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6JKoPk-SrBk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>