SOHR: Hêzên Rûsyayê li ser rêya M5 belav bûn

SOHR’ê ragihand ku hêzên Rûsyayê li ser rêya navdewletî M5 ya di navbera Şam û Helebê de, belav bûne.

SOHR: Hêzên Rûsyayê li ser rêya M5 belav bûn
16 sibat, 2020   13:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê li ser rêya Şam-Helebê ya M5 navneteweyî li herêma ku di Idlibê re derbas dibe, belav bûne. Hate dîtin ku erebeyên leşkerî û leşkerên Rûsyayê li  bakurê bajarê Maret Nûman û li ser dirêjahiya rêya M5 ya di herêma Idlibê re derbas dibe, belav dibin.

Wekî tê xuyakirin, ev gav destpêka pêkanîna peymana Pûtîn-Erdogan a der barê Idlibê de ye ku her du aliyan di dawiya 2018`an de bi navê “herêma bêçek” li sere, li hev kir.

Di peymanê de li ser avakirina "herêmeke bêçek" bi firehiya 15 heta 20 km li ser dirêjahiya xeta lihevrasthatinê, li hev kirin û dihat payîn ku di 15`ê Cotmeha 2018`an de pêk bihata. Her wiha dihat payîn ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk serweriya herêmê bikin û komên çete jê vekişin û tevgera çûn û hatinê li ser rêyên M4, M5 dewam bike.

Lê belê tu bendên peymanê pêk nehatin û şerê li herêmê dewam kir. Hêzên rejîmê bi  destekdayîna Rûsyayê operasyoneke leşkerî dest pê kir ku di encamê de herêmên girîng wekî Meret El-Nûman, Seraqib û rêya M5 bi dest xistin.

Demek berê Rûsyayê Tirkiye bi taloqkirina pêkanîna peymanên Soçî û Astanayê yên der barê rewşa li gundewarên Idlib, Heleb û Hemayê de tawanbar kiribû.

(cx)

ANHA