​​​​​​​YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

YPG’ê daxuyand ku şervanê wan Diyar Efrîn di 13’ê Sibatê de di encama nexweşiyekê de şehîd bûye.

​​​​​​​YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
16 sibat, 2020   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanekî xwe ragihand. YPG’ê daxuyand ku şervanê wan Diyar Efrîn (Ehmed Kedro) di 13’ê Sibatê de ji ber nexweşiyekê şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyê me yê bi nasnav Diyar Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, li Helebê di 13’ê Sibatê de, di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

Hevrê Diyar Efrîn yê ku li Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû, berxwedana dîrokî ya li Efrînê bandor lê kir û di nav refên şoreşa azadiyê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Hevrê Diyar bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng ya têkoşer.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Diyar Efrîn
Nav û Paşnav: Ehmed Kedro
Navê Dayikê: Elîf
Navê Bav: Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 13 Sibat 2020

Em di şexsê hevrê Diyar Efrîn de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîdê xwe re û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

ANHA