Asûriyan komploya 15 Sibatê nirxandin

Şêniyên ji pêkhateya Aşûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan têkbirina projeya demokrasiyê ye.”

Asûriyan komploya 15 Sibatê nirxandin
13 sibat, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN-EBAS XELEF

 

Rêberê Abdulah Ocalan xwedanê felsefe û projeya Neteweya Demokratîk e. Armanca wî jiyanek hevbeş û demokrat di nava pêkhateyên herêm û Rojhilata Navîn de avakirin e. Ji ber wê domdar banga jiyana hevbeş a pêkhatyên dike, parastina mafên pêkhateyan û gelên bindest dike.

Dewletên komploger di 15’ê Sibata 1999`an bi komployek navnetewî Rêber Abdullah Ocalan girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Ji wê demê ve gelê Kurd û gelên azadîxwaz doza azadiya Ocalan dikin. Pêkhateya Aşûrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nava gelên li dijî komployê de ne.

Bi armanca parvekirina nêrînên pêkhateya Asûriyan, ajansa me hevdîtin bi welatiyên Asûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çêkir. Wetatiyan nêrînên xwe anîn ziman.

Asûriyên navçeya Til Temir û Hesekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd wiha nirxandin.

“Komploya navneteweyî fikirê Rêbertî kir hedef  û hewldana astengkirina belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî kirin. Rêbertî xwedan fikir û proje ye, dixwaze dozên gelên bindest biparêze.”

Di heman çarçoveyê de welatiyan wiha anîn ziman, sala 1999`an dewletên komploger hewldana bindestiya gelan kirin û  heta roja me komplo berdewam e. Isbata vê yekê jî; dewleta Tirk Sûriyê dike hedef, lê dîsa armancên xwe heta niha bidestnexistiye. Berevajî vê yekê gelên herêmê hîn zêdetir projeya Rêbertî ji xwe re esas girtin û baweriya xwe pê anîn. Lewma têkoşîna gelan li dijî desthilatdaran xurtir bû û hîn zêdetir fikirê Rêber Ocalan belav bû.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_gLkix1NOtk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>