Li Til Temirê 13 çete hatin kuştin-HATE NÛKIRIN

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên dagirkeran li eniyên gundên Til Temirê da, di encamê de 13 çete hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxane ket destê şervanan.

Li Til Temirê 13 çete hatin kuştin-HATE NÛKIRIN
13 sibat, 2020   07:42
HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê duh ji gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiye yên navçeya Til Temirê êrişî şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kirin. Li ser bersivdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 13 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn.

Şervanan erebeyeke doçka li ser a dagirkeran teqand û miqdareke teqemenî, rext û çek û guleyên wê û dûrbîneke şevê jî desteser kirin.

ANHA