​​​​​​​Li Efrînê rêbazên cuda yên ji bo girtina ciwanan

Ev du sale çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê binpêkirinên dermirovî pêk tînin. Welatiyê bi navê M.F got: “Çete ji bo girtina şênî û ciwanên herêmê şêwazên nû bikar tînin.”

​​​​​​​Li Efrînê rêbazên cuda yên ji bo girtina ciwanan
13 sibat, 2020   05:50
HELEB-ARIF SILÊMAN

Welatiyê bi navê M.F. ji bo sedemên ewlehiyê navê  xwe û gundê xwe eşkere nekir. M. F ji beriya 20 rojan ji ber zilma artêşa Tirk û çeteyên wê ji mala xwe derdikeve.

M. F. serpêhatiya xwe wiha vegot: “Çeteyan ji destpêka dagirkirina Efrînê  ve, mal û milkên şêniyan dizîn û li dijî sivîlan binpêkirin pêk anîn.”

M. F. diyar kir ku beriya  ew ji gundê xwe derkeve, çeteyan bi navê pêngava li dijî gendelan êrişî gund kirin û girtin ser malan, derî û pencere dişikandin û mal wêran dikirin. M. F. got, dema ixtiyaran ji wan re digotin, hûn çima wisa dikin? Li wan dixistin.

SIVÎL DIGIRTIN Û KIRYARÊN KIRÊT PÊK DIANÎN

M. F wiha domand: “Çeteyên artêşa Tirk bi armanca girtina ciwanên li Efrînê, şêwazên kirêt didan meşandin.  Dema ku ciwan di nuqteyên kontrolê yên çeteyan re derbas dibin, çete bi gotina “Refîq” gazî wan dikin. Dema ciwan lixwe vegerin, bi hinceta ku têkiliyên wan bi YPG’ê re hene wan digirin. Paşê beramberî serbestberdana wî fidiya ji malbatê dixwazin. Çeteyan ciwanek ji gundê me girtin û heta niha tu agahî derbarê wî de tune ye. Xwediyê jenetora gund girtin û  beramberî serbestberdana wî fidiye xwestin. Lê piştî fidiya dan jî ew bernedan.  Çeteyên Hemzat jineke ji gund dema bi şevê ji mala xwe derket, da ku qatiê kehreba mala xwe siwar bike, ew revandin. Ev 7 mehe çarenûsa vê jinê ne diyar e.”

M. F got: “Min nedikarî binpêkirinên li ser şêniyan qebûl bikin, lewma ez ji gund derketim.  Ji ber min navên şehîdan li zarokên xwe kirine, min bihîst ku çeteyan plana girtina min kirine. Ez jî derketim.” (eh)