Jinên Efrînê: Em bi yekîtiyê bi hêz in

Jinên koçber ên li kantona Şehbayê got: “Di van rewşan de doza yekîtiya kurdî ji nan û navê girîngtire, ji ber yekîtî hêzê bi xwe re tîne û hêz jî serkeftinê misoger dike.”

Jinên Efrînê: Em bi yekîtiyê bi hêz in
13 sibat, 2020   05:19
ŞEHBA-MIZGÎN HEMÛ

Ji bo yekîtiya gelê Kurd gelek însyatîf hatin avakirin. Yek ji van îsyatîfan jî ya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ne.

Têkildarî însiyatîfa fermandar Mezlûm Ebdî ajansa me hevdîtin bi jinên kantona Efrînê yên koçber bûne û li kantona Şehbayê bi cih bûne re çêkir. Jinan girîngiya yekîtiya gelê Kurd nirxandin.  

Welatiya bi navê Emîna Dînlikî ya ji koçberên kantona Efrînê axivî û wiha got. “Di vê pêvajoyê de yekîtî ji av û xwarinê girîngtir e. Ji ber yekîtî hêzê bi xwe re tîne û hêz jî serkeftinê bi xwe re tîne. Lê belê partiyên Meclisa Wetenî astengiyan derdixînin û yekîtiyê asteng dikin.  Partiyên meclisê dema êrişên li dijî Efrînê piştgiriya artêşa Tirk kirin û armanca wan qezenckirina rêveberiya Efrînê bû. Dema artêşa Tirk a dagirker êriş kir, planên partiyên meclisê serweriya Efrîn, vekirina navendên û alên xwe li ser banan daçikînin bû. Lê dewleta Tirk rê neda wan.”

Emîna ji Meclisa Wetenî pirs kir û got: “Gelo îro roj Meclisa Wetenî li Efrînê çima bi rola xwe ranabe û ji beriya 2 salan ve rêveberiyên xwe ranagihîne? Artêşa Tirk ji beriya 2 salan siyaseta qirkirina etînîkî û guhartina demografiyê dide meşandin. Gelo çima beranberî  van kiryarên Meclisa Wetenî çi kir û Kurdan çi kirin? Kesên gel rêxistin dikirin û saziyên xwe ava dikirin ji Efrînê derketin û îro Meclisê Efrîn serwer kir, lewma em êşa gel dibînin. Em bang a yekîtiyê dikin. Da ku em bibin di cîhanê de bibin xwedî giranî. Lê mixabin partiyên meclisê tenê berjewendiyên xwe difikirin û di îqakirina Tirkiyê de da ku rêveberiya Efrînê serwer bike bin ketin. Her wiha di avakirina rêveberiya sivîl a Efrînê de û çêkirina metiryalên kurdî û fêrkirina zimanê kurdî jî bi bin ketin.”

Emîna diyar kir ku heke partiyên meclisê însiyatîfê red bikin, ne giringe êdî li ser maseyê bin û divê partiyên din yekîtiyê ava bikin.

 

‘DIVÊ JINÊN KURD ROLA XWE BILÎZIN’

Welatiya bi navê Nimet Elîko wiha axivî: “Bêguman nakokî di navbera partiyên kurdî de hene. Lê em wekî jinên Kurd xwe bi rêxistin dikin û saziyên xwe vedikin. Li gel vê yekê di oxira yekîtiya partiyên kurdî û yekîtiya kurdî de em ê kar û xebatê bikin û bi vî awayî komployên navneteweyî têk bibin.”

Nimet bal kişand ser armancên komploya navneteweyî û wiha got: “Bi dîlgiritina Rêbertî hewldana qutkirina gelê Kurd ji Rêber Ocalan dikin. Lê gelê Kurd serîtewandinê red dikin û dê rêxistina xwe berdewam bikin, nexasim jinên Kurd, lewma em ê şopdarên rêya rêber Ocalan bin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1HjFar-C7-Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>