​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-2-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-2-2020`AN
13 sibat, 2020   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Meclisa Rêveberiya Kantona Şehbayê bi rasthatina salvegera 21`an a komployan navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek dide. Di heman warî de şêniyên Efrînê ji bo şermezarkirina komployê dimeşin saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrikê cenazeyên 6 şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jin a bajarê Minbicê girêdayî komploya navneteweyî li dijî Rêber Ocalan semînerek li avahiya Meclisa Qanûnsaz orgenîze dike. Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Jin a Reqayê civînek berfireh ji jinan re lidar dixe saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ezîz Elî destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya komploya navneteweyî hewl dide gelê Kurd û gelên herêmê qir bike û got: "Armanc şikandina vîna gelên herêmê û qirkirina gele. Her wiha banga yekitiyê li gelan kir ji ber ku çareserî û rêyên jiyanê ji tevahiya gelên bindest re vedîtin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên ji pêkhateya Aşûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan têkbirina projeya demokrasiyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ev du sale çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê binpêkirinên dermirovî pêk tînin. Welatiyê bi navê M.F got: “Çete ji bo girtina şênî û ciwanên herêmê şêwazên nû bikar tînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serokê Meclisa Rûspiyên Êlan a Hesekê diyar kir ku tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de penaberan ji tevahiya herêmên Sûriyê pêşwazî kirin. Her wiha însiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê silva kir û got: "Çendîn dem dirêj bike, em ê tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Şêx û rûspiyên eşîrên ereban ên li herêma Tebqa û gundewarên wê gotin: “Dewletên dagirker da ku prjeyên xwe yên dagirkeriyê berfireh bikin, şerê projeyên demokratîk dikin. Ji ber amaje bi fikirê biratiya gelan û rêzdayîna ji olan dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên koçber ên li kantona Şehbayê got: “Di van rewşan de doza yekîtiya kurdî ji nan û navê girîngtire, ji ber yekîtî hêzê bi xwe re tîne û hêz jî serkeftinê misoger dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêwîtiya koçberiyê ji Serêkaniyê destpê kir û ew gihand bajarê Minbicê. Yê ku barên wê giran dike, hevser û zarokên wê yên astengdar in. mîna bi hezaran şêniyan li bendê ye vegere warên xwe helbet piştî ku dagirkerî jê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên efrînî yên li kampên kantona Şehbayê soza xwe ya berxwedanê nû kirin û gotin: “Rojên em li kampê derbas dikin bi serê xwe berxwedaniya li dijî artêşa Tirk nîşan dide. Ji ber ku em bi hêvîne vegerin Efrînê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê mesa xwe ya peyayî li kantona Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li dijî Rêber Ocalan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ciwanên herêma Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: “Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em soz didin ku berxwedanê bidomînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê şanoyek li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê pêşkêş dike saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hevkariya Şaredariya Gel a herêmê dest bi hemleya paqijiyê dikin saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye pirsgirêka qutbûna kehrebeyê bi rêjeya ji sedî 70 çareser kir. her wiha derdora 600 mal di nav her du taxan de ji bermahiyên êrişên çeteyên paqij kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku pirsgirêka tenduristî ya keça xwe vedibêje, Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye însiyatîfa komkirina alîkariyan da destpêkirin. Di encamê de milyonek û 415 hezar lîreyên Sûriyê hate komkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber rewşa hawayê ya sar û kêmbûna pileyên germahiyên heta 7 derece di bin sifrê re, gelek zirar bi hilberînên çandiniyê çêbûn û rûberên fireh telef bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA