Ezîz Elî: Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn e

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Ezîz Elî got: “Tirkiye hewl dide bi rêya komploya navnetewî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn qir bike. Armanc şikandina vîna gelên herêmê û qirkirina wan e. Divê gel yekîtiya xwe ava bike. Ji ber yekîtî xilasiya gel ji bindestiyê ye.”

Ezîz Elî: Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn e
Ezîz Elî: Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn e
Ezîz Elî: Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn e
Ezîz Elî: Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn e
Ezîz Elî: Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn e
13 sibat, 2020   05:29
HESEKÊ

15`ê Sibatê salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Hêzên desthilatdar  hewl didin hebûna gelê Kurd tune bikin û gelê Kurd bê Rêber bihêlin. Tecrîda ku îro li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin, tenê hewldanek ji bo dûrxistina gelê Kurd ji gel e. Di heman demê de komployek li dijî gelên Rojhilata Navîn ên têkoşer û azadîxwaz in. Rêber Ocalan fikrên ji bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê civînek li Komîna Şehîd Mihemed El-Zewba  li bajarokê Sefiye lidar xist.

Bi dehan şêniyên bajarokê û endamên Meclisa Şaredariyê û saziyên sivîl tev li civînê bûn.

Di civînê de endamê Yekîtiya Rewşenbîran Ezîz Elî girêdayî rêbaza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan aixvî û got: "Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniya mirovahiyê ye. Lewra dewletên cîhanê tima dikin dagir bikin, berhemên wê talan bikin û erdnîgariya wê kontrol bikin. Komploya navneteweyî  ya ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîzmê li dijî Rêber Ocalan plan kiriye, beşek ji komployên  ku li dijî gelên Rojhilata Navîn têne plankirin e. Jê armanc dikin ku nahêlin fikrê azad di nav gelan de belav bibe."

Elî destnîşan kir ku dewletên kapîtalîzmê Tirkiyê wek amûrekê li Rojhilata Navîn bi kar tînin, da ku gelên herêmê têk bibin. Dîlgirtina Rêber Ocalan jî îsbata vê yekê û wiha domand: "Bawer dikirin ku ew ê bi rêya dîlgirtina Rêber Ocalan vîna gelê Kurd û gelên herêmê bişkînin û planên xwe li herêmê bê astengî pêk bînin."

Elî  got: "Şikandina vîna gelê Kurd û gelên herêmê û qirkirina wan, armancên dîlgiritina Rêber Abdullah Ocalan in. Lê gel ji komplo û dagirkeriyê re teslîm nabe."

Ezîz Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide têgeha neteweya demokratîk û fikrê Rêber Ocalan tune bike û got:" Îro em dibînin ku dewleta Tirk komkujiyên dermirovî li dijî gelên herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Da ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan û heta gelê Kurd jî tune bike. Ruxmî wê êrişê jî lê hevgirtina gelên herêmê zêde dibe û nahêle Tirkiyê bigihêje armancên xwe."

Di dawiyê de Ezîz Elî got: "Divê gelên herêmê bikevin ferqa xeteriya komployê û bibin yek da ku têk bibin. Li ser wê divê em diyar bikin ku Rêber Abdullah Ocalan çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rêbazên pêkanîn jiyana azad û demokratîk vedîtin. Rêber Ocalan rêya azadiyê ji gelên bindest re ronî kir. Ew nûnertiya kesayetekê nake lê belê nûnertiya doza çand û azadiya me dike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sOu-xR2nczM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>