Ji ber nehatina artêşa Tirk, hêzên Rûsya dewrî pêk neanîn

Li navçeya Dirbêsiyê cara duyemîn e ku hêzên Rûsî çend saetan li hêviya hêzên dewleta Tirk man da ku dest bi dewriyeya hevbeş bikin, lê nehatin.

Ji ber nehatina artêşa Tirk, hêzên Rûsya dewrî pêk neanîn
10 sibat, 2020   10:02
​​​​​​​HESEKÊ

Nûçegihana me ragihand ku diviya ku îro dewriyeya hevbeş di navbera hêzên Rûsî û hêzên dewleta Tirk a dagirker de derkeve lê hêzên dewleta Tirk dîsa nehatin.

Nûçegihana me destnîşan kir ku hêzên Rûsî çend saetan li hêviya hêzên dewleta Tirk li gundê Şîrik ê rojavayê navçeya Dirbêsiyê man lê hêzên dagirker nehatin û hêzên Rûsî careke din ber bi bajarê Qamişlo ve, vegeriyan.

Ev cara duyemîne ku hêzên dewleta Tirk a dagirker tev li dewriyeya hevbeş nabin tevî ku hêzên Rûsî çend saetan li hêviya wan dimînin. Ev yek piştî ku hêzên rejîmê rûbereke mezin ji Idlibê bi destekdayîna Rûsî xist bin serweriya xwe de, pêk hat.

ANHA